
Bi fir’îna wezareta Almanîaêye t’ifaqdarîêye xwexweykirinêye mexsûs 25-ê meha k’anûna paþin 30 tonna ardimîya hûmanîatr li R’ewanê qesidîye. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda ij wezareta CE-êye k’arê der e’lamdikin.
“Ew bi hevk’arîya sefareta CE-êye Almanîêda, r’êberxana t’êma dêra ermenîye r’esûltîêye Almanîaêye ermenîya û yektîya ermenîyê Almanîaêye “Sîlva Kapûtîkyan”-e meh’kem t’eþkîlbûye”,- ij wezaretê e’lamdikin.
Ardimîya hûmanîtar h’îmlî dû-dermana, dem-dezgê doxtirîyê, lê isa jî hûrmûrê seva warê sosîalîyê lazime baþqe-baþqe werdigre. Bi fir’indê isa jî dö mîkroavtobys cîgöhêzî R’ewanê bûne- seva merk’eza Stêp’nakêrtêye dasekinandinê.
Hila hê serê meha çirîa paþin bi cefê sefareta Ermenîstanêye Almanîaêda, r’êberxana t’êma ermenîyê Almanîayê ya dêra ermenîye r’esûltîyê û h’ökömeta Cimhöryeta Almanîaêye T’ifaqdarîêyî t’evayî, weke tonna ardimîya merivh’izîyê, h’îmlî- dû-derman û dem-dezgê doxtirîyê hatbûne þandinê li Ermenîstanê.
Ij wezaretê anîne bîr, wekî bi meremê berne’mê alîk’arîyê h’ökömeta t’ifaqdarîyê idî 2 mîlîon êvro dane Komîtêa xaçê sore ort’emiletîyê, Xaçê almanîyî sor 200 h’ezar êvro dane Xaçê Ermenîstanêyî sor, lê isa jî h’ökömeta t’ifaqdarîyê 300 h’ezar êvro ardimî bi dîwana CîAyZêt’-êye R’ewanê alîk’arî daye.