PoliticsTop

Moskvayêda qolkirina t’emesûka derheqa safîkirina pirsa Qerebag’ê yan pirseke t’opraxêda nayê têr’adîtinê: zarbêja serekwezîrê CE

Manê Gêvorgyana zarbêja serekwezîrê CE, bipaþdaveger’andina ser serdana N. P’aþînaynê srekwezîrê CE-êye li T’Û, belgê xweyî fêysbûk’îyêda nivîsîye, wekî xeysetê r’ojeva r’asthatina sêalîye pêþda têr’adîtîyî malhebûnîyê heye, k’îjan derheqa vekirina komûnîkasîayê neh’îyê, mîaserkirina barcîgöhastinê ort’emiletîyê, nav wê hejmarê- ij Ermenîstanê berva T’Û, Cimhöryeta Îranêye Îslamîyê, lê isa jî ij p’arê Ermenîstanêye merk’ezîyê berva olk’a Syûnîkêdaye.

“Alîyê adrbêcanî û hine qelfê ermenî dayîm t’êma wa gotî “sivdera Mêg’rîyê” didine fitildayînê, lê çawa p’ir’ cara hatîye k’ivþkirinê- e’lametîya 9-ê meha çirîa paþinêda þertêekî derheqa Mêg’rîyê, ne jî e’frandina sivdera t’opraxa Ermenîstanêva t’ine.

Lê, seva alîyê ermenî pirsgirêka paþdaveger’andina hêsîra, xevata saxtîxilazkirina e’skerê meye piþta adrbêcanîyada mayî, dîharkirina cinyazê köþtîya, yazîya ê bêser û berat’e indabûyîye.

Bêy safîkirina van pirsa yan pêþdaçûyîna cehwerîe’ne’nekirina r’ojeva malhebûnîyê wê bêh’ed çetinve û alîyê ermenî e’ne’nekirina vê pirsgirêkê h’esavdike t’êmake r’asthatina Moskvayêye ferz.

Ez isa jî binxetkim, wekî Moskvayêda qolkirina t’emesûka derheqa safîkirina pirsa Qerebag’ê û pirseke dine t’opraxê nayê têr’adîtinê. H’erke wexta r’asthatinê dora pirsê r’ojevê, yanî- t’êmayê malhebûnîyê, p’evgöhastina hêsîra, ê bêser û berat’e indabûyî îht’îmalve bigihîjne hevr’aqayîlîya, qolkirina e’lametîya t’evayîye derheqa encamê r’asthatinêda îht’îmale»,- zarbêjê nivîsîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button