T’Û û T’irkîya wê pirsêda h’emfikirin, wekî h’alê QÇ’-da gere seva dak’ötana k’irêkirîyê ecnebîye li neh’îyê neyê xevtandinê. Derheqa vê yekêda S. Lavrovê wezîrê Ûr’isêtêyî K’D p’ey hevr’axeverdanê Mêvlût’ Çavûþog’lûyê wezîrê T’irkîaêyî K’D e’lamkirîye, TASS t’ehwîldike.
“Fikira meye t’omerî ewe, wekî h’alê QÇ’-da seva cêr’ibandinê dak’ötana k’irêkirîyê ecnebîye li vê neh’xîyê neyê xevtandinê. Vê pirsêda em t’ev hevalk’arê xweye t’irk lap h’emfikirin”,- ewî gotîye.
“Em ce’dandina Ankarayê- k’omkê bidine alîyê miqabilîhvbûnê borcdarîyê xwe biqedînin, silavdikin. Mesele- govekê hevr’aqayîlne’ma 9-ê meha çirîa paþin hindava sedrê Ûr’isêtê, Adrbêcanê û serekwezîrê Ermenîstanêda qolbûyîda, lê isa jî govekê merk’eza ûr’is-t’irkaye t’evayîye binqolkirina qedandina borcdarîyê r’êjîma agirr’awestinêda”,- wezîr da k’ivþê.
Lavrov anîye bîr, wekî ev merk’eza t’evayî encama p’evk’etinê sedrê Ûr’isêtê û T’ikrîaêla tê e’frandinê, û niha pêvajoya cîwarkirina wêye çapik pêþda diçe”.