PoliticsTop

T’erkdayîn, hebûk, mala ij Ermenîstanê “r’evî”: P’aþînyan paþda veger’ya ser fêyk’ salixa

Cêrga salixê deg’elda P’aþînyan paþda veger’ya ser salixê derheqa t’erkdayîna xweye heycar belabûnê- bi serdazêdekirina, wekî her t’enê ser h’îmê encamê h’emddîharkirina cime’têye amin, wê t’erka r’ewþa xweye dayî bide.

N. P’aþînyanê serekwezîrê CE sipartîye, wekî salixdayîna dîwanî  diha lez pirsê mewcûd û qewmandinê divin dengvede. Derheqa vê yekêda N. P’aþînan xwexa ÿfîra k’eseda e’lamkir.

“H’al hene, k’îjan hila hê ê pêþdaçûyînêne, salixdayîna r’esmîye derheqa wanda carna bi me’nîke safî e’gledive, çimkî h’alê tênivîsara qewmandinaye konkrêt t’ine, û vê r’ewþêda salixê r’esmî e’lambûyî dikarint’esîra neyênî bihêlin”,- P’aþînyan got.

Serekwezîr ferzkir, wekî sjdsalîya 21-êda civak xwexa jî gere bikarve salixê vir’ ij ê derew cödake.

“Mesele- pirs gihîþtîye wê yekê, wekî bêy çetinayê zêde salix fitildayînêda têne danînê, wekî Sêvan, Cêrmûkyan Syûnîk’ destê Adrbêcanêva berdane. Eva r’astî jî þer’ê salixdayînêye, û vira emê mecala qebûlkin”,- p’’aþînyan e’lamkir.

Ewî isa jî da k’ivþê, wekî heycar salixa isa jî derheqa neferê mal, zar’ê wîda fitildikin. Mesele- k’ivþdive, wekî wana t’erka Ermenîstanê daye.

“Van mehê xilazîyê, xazma r’ojê þêr’,  t’ö nefereke mala min ij Ermenîstanê dernek’etîye derva û k’arê xwe nake derk’eve”,- P’aþînyan da bawerkirinê.

Bi gilîyê wî- xeverdana derheqa hebûka mala wîye welatê derekeda heyî bûye t’êma cöda.

“Hebûka meye bêh’eje t’ek t’enê, wekî r’ûbarê dinîayê bin qolê mala midaye, mezîla e’yane, k’îjan neh’îya þeherê R’ewanêdaye»,- P’aþînyan e’lamkir. Çi dimîne seva hebûka din, dêmek, angorî wî goveka e’lamne’ma r’esmî t’emsîlkirîda cîwardive.

Cêrga salixê deg’elda P’aþînyan isa jî paþda veger’ya ser salixê derheqa t’erkdayîna xwedaye heycar belabûnê- bi serdazêdekirina, wekî  her t’enê ser h’îmê encamê cime’têye h’emddîhrkirina cime’tê wê t’erka r’ewþa xwe bide”.

“Çimkî hila hê h’emddîharkirina hemanê neqewimîye, ez didûmînim borcê xweyî serekwezîr biqedînim, û ez borcdarbûme r’ast û h’elal bikim”,- P’aþînayn got. Bi gilîyê serekwezîr- îro Ermenîsanêda pêvajo divin, meremê k’îjana ij pêvajoyê sîasîyê derhiþtina bajar’vana û kabînêtada safîkirina pirsgirêkaye warê dinîabilinddaye. P’aþînyan soz da, wekî cime’tê bimîne xweya CE, ewê k’efîla wî heqîve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button