
K’oma T’BHA Mînskê xevatê gere bidûmîne, lê Fransîa- t’ev Ûr’isêtê û WAY, saxtîktirinê qirara e’dilî û we’dedirêj gere bidûmîne.
Temê Jan li Drîanê wezîrê Fransîaêyî K’D, Sêrgêy Lavrovê hevalk’arê wîyî ûr’is, St’îvên Bîganê dewsgirtîyê k’ativn WAY-î dîwanî heye xevata saxtîkirina safîkirina pirsa Qerebag’êye e’dilî bidûmînin. Ev e’lametî Li Drîan r’ûniþtina þêwra T’BHA-êye wezîrada kirîye, k’îjan Tîranayêda tê derbazkirinê.
Ewî serda zêdkirîye, wekî Fransîa- çawa h’emsedira k’oma T’BHA-êye Mînskê, t’ev hevalk’arê ûr’is û firansiz pêvajoya hevr’axeverdanada wergirtîye- seva dîtina safîkirina e’dilî û we’dirêj.
“Em piþta temê t’omerî digrin- angorî mandata T’BHA bi meremê bigihîjne hevr’aqayîlîya angor”,- Li Drîan gotîye.
Em bidine k’ivþê- wek’îlê Fransîayê idî çend cara e’lamikirine, wekî k’oma T’BHA Mînskê gere bidûmîne ser safîkirina miqabilîhevbûna Qerebag’ê bixevte.