PoliticsTop

Xeta R’ewan-Bek’ûye sincirî û ne kö t’enê: seva xweykirina r’êjîma agirr’awestinê T’Û çi pêþdanînê dike?

Wezîrê T’Û-êyî K’D çend mêxanîzm dane k’ivþê, bi k’îjana r’êjîma agirr’awestinê t’opraxa QÇ’-da dikare bê xweykirinê. Navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda çetine bêy hevr’aqayîlne’ma derheqa t’edbîrê binqolkirinêye k’ardar agirr’awestina meh’kem p’eydakin. Derheqa vê yekêda S. Lavrovê wezîrê Ûr’isêtêyî K’D e’lamî kovara “Komêrsant”-ê kirîye.
“Çawa praktîka dide k’ivþê, sozê derheqa agirr’awestinêda, k’îjan bi mêxanîzmê binqolkirinê ewlenavin, t’imê nîne, wekî têne qedandinê. 10-ê meha çirîa pêþin e’lametîya Moskvayêlda tê gotinê, wekî paramêtrê xweykirina r’êjîma agirr’awstinêye mexsûs bi cûr’ê t’am wê bêne hevr’aqayîlkirinê. Seva safîkirina vê pirsê nêzîkbûnê baþq-baþqe hene”,- Lavrov gotîye.
Wezîrê T’Û-î K’D çend mêxanîzm dane k’ivþê, bi k’îjana r’êjîma agirr’awestinê t’opraxa QÇ’-da dikare bê binqolkirinê. Ewin- mecalê serwêrîkirina ÿlêktronîyê (bi aletê dîtinþikilkirinê), xeta sincirîye navbera R’ewanê û Bek’ûyêla, nihêr’vanê bin qolê T’BHA, mîaserkirina e’mela- bi t’evbûna qewatê e’skerîyê. Lê Lavrov daye k’ivþê, wekî Ermenîstan û Adrbêcan hila hê dora t’ö mêxanîzmekê hevr’a qayîlnebûye.
“H’etanî niha îht’îmalnebûye t’emamîya paramêtra hevr’a qayîlkin. Vî t’erefîda xevat pêþda diçe, nav wê hejmarê- govekê h’emsedirtîya k’oma T’BHA mînskêda. Pirsgirêka h’îmlî ewe, wekî her mêxanîzmek gere seva alîya ya qebûlkirinêve û mecala lez cîwarkirina bi îht’îmal zû t’exmînke”,- Lavrov gotîye.
Em bidine k’ivþê, wekî R’obêrt O Brayanê t’emîdarê Donald T’ramp’ê sedrê WAY çawa qeydê xweykirina r’êjîma agirr’awestinê pêþdanîn kiribû e’dlayîp’arêzê skandînavîyê Arsaxêda cîwarkin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button