PoliticsTop

T’ramp’ e’lamkirîye, wekî hêsa wê bigihîje Arsaxêda serr’astkirna e’dilî

Donald T’ramp’ê sedrê WAY wîlayet’a NyûHêmp’þîrêda wexta berevbûna berî bijartina derheqa Arsaxêda e’lametî kirîye. D. T’ramp’ê sedrê WAY e’lamkirîye, wekî wê bigihîje navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda serr’astkirina e’dilî, bi navkirina wê “delîva hêsa”. Derheqa vê yekêda ewî wexta berevbûna berî bijartinaye wîlyet’a Nyû Hêmp’þîrêda e’lamkirîye, k’îjan bi p’êla wîye “Yû t’ûb”-ê hatîye dûre’lamkirinê.

“Emê wê pirsê serr’astkin. Ewê bive… Ez ewê navdikim “delîva sivik”. Emê ewê serr’astkin. Her’in wê yekê bêjne cime’ta xwe. Ermenîstan. Çima na? Ew hêsaye, h’erke zanî, çi dikî”,- T’ramp’ e’lamkirîye.

Diha zû- r’oja le’dê- R’obêrt O Brayênê k’omekdarê sedrê WAY-î bi xeta bêqezîabûna miletîyê nav pirsqisê, k’îjan daye p’êla dûrdîtinoka SBÿS-ê, e’lamkiribû, wekî “WAY derge-dîwanê Adrbêcanê pêþda dive t’ev Ermenîstanê r’êjîma agirr’awestinê qebûlke, k’îjan idî vê pêþdanînêr’a qayîlbûye”.

Waþîngt’onêda 23-ê meha çirîa pêþin r’asthatina Z. Mnasakanayn û Cêyhûn Bayramoyê wezîrê Ermenîstanê û Adrbêcanêye K’D t’ev Mayk’ Pompêoyê k’ativê WAY-î dîwanî qewimî. Wezîrê herdö welataye K’D baþqe r’astî k’ativê dîwanî hatine. Wexta þirovekirina r’asthatinê Mnasakanayn ew ya k’ardar h’esavkirîye.

Diha dereng D. T’ramp’ê sedrê WAY e’lamkir, wekî hevr’axeverdanê bi pirsa CQÇ’-da “pêþdaçûyîna ze’f baþ” hatîye tênivîsarê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button