SocietyTop

Malê qölixçîyê e’skerîêye þeh’îdbûyî û seqetbûyî her mehe 100-300 drama wê bistînin

Fonda ewlenivîsara qölixçîyê e’skerîyê soz dide e’mrê malê t’evbûyê þer’ê Arsaxêyî bi r’ûmet ewleke. Fonda hermehe  edakirinê bajar’vanê CE-êye bi 1000 dramaye li fonda ewlenivîsara qölixçîyê e’skerîêda nav sala 60 mîlîon dolar berevbûne. Varûjan Avêtîk’yanê serwêrê fondê e’lamkir.

“Ew cemê seranser maleê qölixçîyê e’skerîyêyva bê hinartinê, ê kö wexta þêr’ hatne köþtinê û seqet bûne- bona ewlekirina e’mrê wanî bi r’ûmet”,- serwêrê fondê got. Isa jî male e’skerê beser û berat’e indabûyî t’ezînkirinê wê bistînin.

“Em 52-82 mln drama didine her malekê, k’îjan 120-160.000 dolare.

T’ezmînkirin bi dö cûr’a tê dayînê: ya pêþin edakirina yekpele bi çapa 10 mîlîon drama, h’erke hatîye köþtinê, bêser û berat’e indabûîye, yan seqetê qeydê e’wile û 5 mln dram, h’erke seqetê dereca 2-aye. Paþê her mehe 100-300 h’ezar dram t’ewîlî h’esavhejmara seva malê vekirî divin. Lê h’erke 3 û zêde zar’ê qölixçîyê e’skerîyê hene, dêmek em zêde 100 h’ezar drama edadikin”,- Avêtîk’yan got.

Pêþtirî wê isa jî p’êþk’êþdayîn li fondê têne kirinê, dêmek Avêtîk’yan isa jî t’evbûna maciratê li xevata fondê ferzkir. Seva p’êþk’êþdayîna serwêrê fondê pêþdanîn kir qesta malp’er’a fondêye 1000+.am-e r’esmî bikin.

Serwêr e’lamkir, wekî encama p’êþk’êþdayînada van h’ersê h’evtyada 4,5 mln darm berevbûne. 80%-ê wê cemê ij Ermenîstanê hatîye t’ehwîlkirinê, ya mayîn- ij WAY û T’Û.

“Welatekî ç’ûk- Qibris, li k’ö ÿleke ç’ûk heye, herpêncê e’wildaye. Ij wira îro edakirina 240.000 dolara hatîye kirinê”,- Avêtîk’yan got.

Fond bi pêþdanîna t’eze pêþda hatîye- bi dayîna mecalê li malhebûnvana, dema xwestinê, 1000 dramê ij aylixê xevatçîyê xwe kirinê döbarekin- bikin 2000.

Serwêrê fondê isa jî e’lamkir, wekî t’eþkîla fondê bi e’sasê r’ezedilîyê dixevte û ij cemê berevbûyî t’ö lûmak ser çawa xevatçîya, isa jî tiþtê din nayê xerckirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button