PoliticsTop

Marîa Zaxarova wek’îla wezareta Ûr’isêtêye K’D e’lamî r’ojne’mevana kirîye, wekî Ermenîstanê û Adrbêcanê t’evbûna li þêwirdarîyê Moskvayêda erêkirîye

Þêwirdarîyê R’ewanê û Bek’ûêyê Moskvayêda ser dereca wezîrê K’D wê bêne derbazkirinê. Derheqa wê yekêda R’îA Novostî e’lamdike- bi kirina hinartinê li wezareta T’Û K’D.

Bi salixê qölixdarîyê- Marîa Zaxarova wek’îla wezareta  Ûr’isêtêye K’D e’lamî r’ojne’mevana kirîye, wekî Ermenîstanê û Adrbêcanê t’evbûna þêwirdarîyê li Moskvayê derbazûnê erêkirîye.

R’okê pêþda e’yan bibû, wekî Vladîmîr Pûtînê sedrê Ûr’isêtê Zohrab Mnasakanyan û Cêyhûn Bayramovê wezîrê Ermenîstanê û Adrbêcanêye  K’D 9-ê meha çirîa pêþin vexwendîye hevr’axeverdana. Sedrê Ûr’isêtê kirîye bangî e’melê e’skerîyê Qerebag’êda bi meremê hûmantîar- bi meremê p’evgöhastina dîla û cinyazê köþtîya r’awestînin.

Diha zû Jan Îv Li Drîanê wezîrê Fransîaêyî k’arê der e’lamkiribû, wekî hevr’axeverdanê dora Qerebag’ê 8 û 12-ê meha çirîa pêþin angor Jnêvê û Moskvayêda wê biqewimin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button