
Bi gilîyê Mnasakanyan- hevk’arîya Ermenîstanê û Ûr’isêtêye e’skerîyêtêxnîkîyê warê bêqezîabûnêda bi k’ara döalî- bi xwesipartina li hevr’aqayîlne’me û p’evk’etinê e’melkirinêda, avadive.
Hevk’arîya R’ewanê û Moskvayêye e’skerîyêtêxnîkîyê miqabilî welatê sisya nîne. Derheqa vê yekêda nav pirsqisê, k’îjan daye “Întêrfak’s”-ê, Zohrab Mnasakanaynê wezîrê K’D gotîîye.
“Ermenîstan ij cavdarê bêqezîabûna neh’îêye. Hevk’arîya meye e’skerîyêtêxnîkîyê t’ö cûr’eyî miqabilî welatê sisya nîne”,- Mnasakanyan gotîye.
Bi gilîyê wî- hevk’arîya Ermenîstanê û Ûr’isêtêyeeskerîyêtêxnîkîyê ser k’ara warê bêqezîabûnêye döalîda avadive û xwe sipartîye hevr’aqayîldne’me û p’evk’etinê e’melda. Saxî- Mnasakanyan binxetkirîye, wekî hevk’arîya ermenî-ûr’isaye e’skerîyêtêxnîkîyê berembertîya qewata neh’îêda nat’er’bîne.
Warê e’skerîyêtêxnîkîêda hevk’arîya herdö welata xeysetê t’ifaqdarîyê werdigre, û vira t’ö pirs yan sînorkirin nikare heve.
“Hevk’arîya Ermenîstanê û Ûr’isêtêye e’skerîyêtêxnîkîyê ment’eqa wêye hevk’arîyê heye, ew ser h’îmê t’ifaq’darîyê avabûye. Çi dimîne seva Adrbêcanê, û hevk’arîya wî warîda, ez bidime k’ivþê, wekî Adrbêcan qewata xweye e’skerîyê mezindike- bi cêr’ibandina binelîyê xwe û civaka ort’emiltîyê qaneke, wekî qewata wêye seva safîkirina miqabilîhevbûna QÇ’-ye bi r’iya e’skerîyê heye”,- serk’ar serwêrtîya sîasîya Ermenîstanêye dereke daye k’ivþê.
Bi gilîyê wî- zêdekirina qewata alîyê adrbêcanîye e’skerîyê safîkiina miqabilîhevbûa Qerebag’êye e’skerîyêva hinartîy, k’îjan seva bêqezîabûnaErmenîstanê û QÇ’ qezîyayê t’emsîldike.