Society

Ermenîstanêda t’edbîrê karantînîyê wê hevin- bêy r’êjîma h’alê sirêder

H’ökömeta Ermenîstanê begemî da p’êç’ana t’ivdîra, bi kîjanê h’alê sirêder idî wê neyê dirêjkirinê.

R’ûstam Badasyanê wezîrê CE-î e’daletê r’ûniþtina h’ökömetêda p’êç’ana t’ivdîra r’aberkir, qebûlkirina k’îjanê mecala e’lamkirina karantînê wê bide- bêy xevtandina r’êjîma h’alê sirêder. P’êç’ana t’ivdîra t’ev wezareta sag’lemîxweykirinê hatîye r’êkpêkkirinê.

“Çawa me gele cara e’ne’nekirîye, h’alek îht’îmale, çaxê kêmbûna têmpê zêdebûna belqîtkê mecalê bide bêy r’êjîma h’alê sirêderî hiqûqyîê miqabilî h’embelqîtkê þer’k’arîyê bikin. A hima bi wê fikirê jî me p’êç’ana van t’ivdîra r’êkpêkkirîye û em pêþdanînê dikin h’îmlî qanûna- “Derheqa ewlekirina bêqezîabûna binelîyê CE-êye sanîtarh’embelqîtkêda” û “Derheqa p’arastina binelîya h’alê sirêderda” göhastina û t’amkirina bikin. Delîva we’deda qebûlbûna p’êç’ana t’ivdîrê angorda CE-êda h’alê sirêderî h’etanî 11-ê meha îlonê dirêjbûyî wê neyê dirêjkirinê”,- Badasyan got.

Angorî göhastinê pêþdak’iþandî- delîva pêþdahatina h’alê sirêder û belabûn, pêgirtina nexweþîyê belqîtbûnêye Ermenîstanêda bi pêþdanîna meqameta dîwanîye r’aybûyîye warê sagxlemîxweykirinêda, marzpêt yan serþarê R’ewanêda- t’opraxê fermandarîêyeangorda dikare karantîn bê têr’adîtiê. Isa jî h’ökömet dö û zêde marzada, niqitkê bachildanê û niqtkê dinda dikare karantînê têr’a bivîne.

T’emesûkê t’emsîlbûyîva girêdayî Arman T’ato’yanê piþtovanê CE-êyî heqê mêriv hine fikir sewtkirin. Bi gilîyê wî- t’ivdîrê qanûnêye r’êkpêkbûyîda cödakirina erk’ û r’ayê derge-dîwanê cî û xeleqê dine safî t’ine. Isa jî neangorbûna normê xewlekirin û xwexewlekirina bajar’vanaye berç’e’v heye. T’at’oyan soz da fikirê xwe biþîne li h’ökömetê û CM. Ombûdsmên isa jî da k’ivþê, wekî t’ivdîrê qanûnê r’okê berî r’ûniþtina h’ökömetê t’ehwîla dîwana wî kirine. Evê h’aletê hêrsa Nîkol P’aþînyan r’akir.

Ew xîtafî Ÿdûard Ag’acanyanê serk’arê fermandarîya xwe bû: “Ez dixwezim serwextvim- k’engê wê t’erka vî cûr’ê þöxöl bê dayînê, çaxê r’ûniþtina h’ökömetêda sewtdive, wekî döh ÿvarê þandine li fikirê, evê çiqasî bidome?”.

Ag’acanyan got, wekî borcdarîya þandina li meqametê mot’ac ê wezareta e’daletêye gotarkirina pirsêye.

Badasyan jî serda zêdekir, wekî h’etanî dema xilazîyê e’yan nînbû, k’a k’îjan serwêrtî wê bive gotarbêja pirsê.

Serekwezîr pêþdanîn kir begemîyê bidine t’ivdîrê qanûna, lê t’ev t’emamîya xeleqê mot’ac hûrgilî e’ne’nekin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button