
Govekê h’emcivata “Ordî 2020”-e ort’emiletîêye e’skerîyêtêxnîkîêda Sêrgêy Þoygûyê wezîrê T’Û-êyî X, gênêral t’ev wezîrê Abxazîayê, Ermenîstanê, Îranê û Cimhöryeta Afrîkaêye Merk’ezîyêye X çar r’asthatinê döalî derbazkirine.
Çawa “ÊADêlî” t’ehwîldike, axirîya r’asthatinada hevraqayîlne’mê navbera h’ökömetadaye derheqa hevk’aîya e’skerîêda hatne morkirinê. Wezîrê ûr’is r’asthatinê t’ev wek’îlê isa jî Çînstanê, Hindistanê û Marokkoyê derbazkirîye- bi e’ne’nekirina hevk’arîya e’skerîyêtêxnîkîêye t’ev T’Û.
Wek’îlê 92 wealata t’ev r’ûniþtina bi serk’arîya Yûrî Borîsovê dewsgirtîyê serekwezîrê T’Û-ê derbazbûyî bûne. Wexta t’edbîrê isa jî serk’arê meqametê dîwana dîwanî, t’eþkîletê ö’lmî û îdarexanê pêþdabire senayê hazirbûne.
Seva þandê welatê dereke t’eþhîrkirina nimûnê sîlih’darîyê û e’skerîyê têxnîkîyê hatîye t’eþkîlkirinê.
Govekê t’edbîra “Ordî-2020”-da nimûnê sîlih’darîyê û têxnîka e’skerîêye heret’eze û pêþer’ojê hatne t’eþhîrkirinê, çawa mesçle- tankê T-14 “Armata”, T-90m, T-80BVM, maþîna e’skerîêye alîk’arîa tankê BMPT-72, maþîna þer’vanîêye piþtêye BMP T-15 û têxnîka e’skerîêye din.