SocietyTop

K’omka sirêder didine p’enaberê ÿzdîaye dest sûtmana li çadirgeha “Kabartû”-ê ziyanêk’etî

Li çadirgeha p’enaberê ÿzdîyaye “Kabartûyê” sûtman bûye, axirîya k’îjanêda 5 çadir lap þewitîne.  Bi e’lamkirina binelîyê cî- qörban û birîndar t’inene.
Wezareta Îraqêye p’enabera û cîgöhastîya, p’ara li Dihokê, alîk’arîya merivdostîyê û çadirê t’eze gîhandine li wan, ê kö dest vê sûtmanê ziyanê k’etine.
Derheqa vê yekêda Mûh’emmed Al-Bavvatî gilîkir: “Îro ardimîya merivdostîyê hindava Îskender Mûh’emmed Emînê serk’arê þaxê Dihokêda hate anînê. Ev ardimî ij zembîla xörek, dû-dermana, lê isa jî çadirê t’ezeye, k’îjan navbera ÿzdîyê  p’enaber, dest sûtmanê ziyanêk’etîda hatne p’arevekirinê”.
Em bînne bîr, wekî li çadirgehê p’enabera hila hê bi deha h’ezara malê ÿzdîya dimînin, ê kö mecbûribûn wexta qir’a sala 2014-a t’erka mal-h’alê xwe bidin. P’ayê wanî p’ir’ê li þimala Îraqê li çadirgehê seva ÿzdîya sit’arbûne, lê p’areke din çûye li Sûrîya û T’irkîa cînar. H’etanî niha p’ir’anîya ÿzdîyê p’enaber veneger’yaye li malê xwe. Meriv dest t’inebûna binxeleqa û malê xiravbûyî paþda venager’in.
Diha zû wezîra Îraqêye bi pirsê p’enabera derheqa paþdaçûyîna 8000 p’enabera zêdetire li Þengalê e’lamkiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button