PoliticsTop

Þevê arama nisbetî ser sînor hatîye xweykirinê: zarbêja W CE X

Þûþan Stêp’anyanê nivîsîye, wekî neyarê bi t’emamîya t’erefa sînor sîlih’ê agirkirinêye her t’enê çapê baþqe-baþqe dane xevatê.
Þevê xeta hevsûbûnêda arama nisbetî hatîye xweykirinê. R’ûyê xweyî t’or’a Fêysbûk’êye sosîalîêda Þûþan Stêp’anyana zarbêja W CE X e’lamkirîye.
“Neyarê bi t’emamîya t’erefê sînorda sîlih’ê her t’enê çapê baþqe-baþqe dane xevatê. Qewatê CE-ye sîlih’bûyî bi t’emamîya dirêjaya sînor h’al bêminet bin qolê xweda xweydikin”,- Stêp’anyanê nivîsîye.
Em bînne bîr, wekî 12-ê meha tîrmehêda h’al p’ara sînorê ermenî-adrbêcanîye Tavûþêda tûjbûye. 12-ê meha tîrmehê- sînorê seh’eta 12.30 deqeda, qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyîye eskerîyê bi avtomaþmîna ÛAZ bi t’erefê Tavûþê cêr’ibandine sînorê CE-î dîwanî bit’er’ibînin. Pey e’þiratîya alîyê ermenîr’a qölixçîyê Adrbêcanêye e’skerîyê, bi cîda hiþtina avtomaþînê, paþda veger’yane li qeleçê xwe.
Pey wê yekêr’a neyar heycar gölebarankirina qeleçp’arêzê ermenî, isa jî bi t’erefê warê jîyînê careke din destpêdike.
Siva 16-ê meha tîrmehê WX e’lamkir, wekî þev- sînorê seh’eta 03.40-da, qeleçep’arêzê qewatê CE sîlih’bûyî lipata neyarê t’exmînkirîye. Bi derbazbûna li xwexweykirina bi cûr’ê govekê- binp’arê ermenî cêr’ibalditna dak’ötana neyarêye dîvêrsîon t’er’ibandîye. Paþê binp’arê adrbêcanî seh’eta 05.20 deqe destpêkirine göndê Aygêparê û Movsêsê  t’opbarankin- bi xevtandina leg’mavêja û D-30 haûbîsê.
Davît’ Tonoyanê wezîrê X t’ev Ancêy Kasprþîkê wek’îlê sedrê T’BHA-î e’meldayî þexsî, sefîre p’evgirêdan erêkirîye. Ewî h’alê ser sînorê CE-yî dîwanî ij seh’eta 03.40 t’emsîlkirîye, daye k’ivþê, wekî birîndar û þeh’îdê alîyê adrbêcanîye p’ir’hjmar hene.
Bi salixê 17-ê meha tîrmehêye r’esmî- 11 þeh’îdê Adrbêcanê, 4 þeh’îd , 36 birîndarê alîyê ermenî hene, yek jî- ij binelîyê e’dilî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button