SocietyTop

Ermenîstanêda pîka belqîtkêye: ew r’eqem nêzîkî 300-400 h’ezarîye

Vê qonaxêda  Ermenîstanêda pîka nexweþîya koronavîrûsîyêye, nav qisa t’ev “Lragîr.am”-ê Ararat Mkrtçyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê got:

“Hima niha em ser pîkêne, çimkî idî h’evtya sisyaye, wekî 28-32% belqîtbir dîhardivin. Yanî- meþa meye xeta kêr’e r’ast heye. Û ew derheqa wê yekêda xeverdide, wekî em li hêlana nexweþîêdane”,- Ararat Mkrtçyan got. Bi gilîyê wî- çetine bêjin, k’a ev h’alê çiqasî bik’þîne, çimkî belqîtk beladive. T’edbîrê têne kirinê, angorîMkrtçyan, mecalê didin ösûla sag’lemîxweykirinê bi çapekê ij lerza dûr xweykin.

“h’alnivîsara mirina min h’evekî h’eyecandike- nav van h’ersê h’evtya ÿp’êce delîvê meye kesê e’merê cahil hebûn, ij 40-î h’etanî 60 salî. Lê qey tê bêjî vê pirsêda jî h’eve göhastin heye- ewê k’oma t’emenê destpêkirîye kêmve”,-  p’êþezan serda zêdekirîye.

Bi gotina Ararat Mkrtçyan- r’aste fikir hene, wekî hila hê zûye derheqa îmûnîtêta kolêktîvda xeverdin, lê bifikira wî- nav cime’tê pêvajoya pêkhatina îmûnîtêtê diqewime. “Divêjin- sînorê serîbinî 25 h’ezarada me ê belqîtibûyî dîharkirine, lê îzger’ê walatê baþqe-baþqeye pir’hejmar qîmetikin, wekî delîvê dîharbûyî gere bi deha carkin û t’exmîn bînne ber ç’e’va, k’a çiqa belqîtbirê me hene. Delîva meda, dikarin bêjin, ew hejmar  nêzîkî 300-400 h’ezarîye”,- ewî got.

Bi gilîyê p’êþezan- Ermenîstanê pêþer’ojêda jî belqîtkêdave, çawa t’emamîya dinîayê. Çi dimîne seva h’alê payîzê , wekî hîvîyêne, Mkrtçyan da k’ivþê, wekî payîzê grîpê  h’eyam koronavîrûsêva cemviin. “H’etanî payîzê koronavîrûs gere cîyê xwe bide grîpa h’eyam. Ew t’imê nikare belqîtve, gere bigiîhje sînorekî û destpêke kêmve”,- ewî serda zêdekir. Vekirina sînorva girêdayî Ermenîstanêda pêgirtinê berç’e’v wê hevin, lê bi gilîyê ê p’êþezan, pêgirtinê h’ecimfire nayêne têderxistinê, çimkî binelî serwextbûne, mêt’odê xwexweykirinê û bêqezîabûnê têne xevtandinê.

Bi xeverlana derheqa salixê p’êywenda miqabilî koronavîrûsêda, wekî îht’îmale ew xilazîya salê yan serêsala din heve, Ararat Mkrtçyan got: “Ez t’ev nexweþîya miþlaqê derbazdikim, k’îjan berê bi r’iya hewa-dilopa t’ehwîldibûn, pêywend wan ze’f dereng dihatne dîharkirinê, we’dekî dirêj dik’iþand, ew grîp derbazdibû, p’êywend dima. Salê din e’ynî grîp dîsa vedger’yîa, lê bi seveva h’evekî göhastî, û ew p’êywend dibû bêfeyde. Minê gömana mezin p’êywendêva girêneda. H’erke  h’etta p’êywenda me heve jî, bi fikra min- ew divek nav k’omê zedelêk’etinê bê xevtandinê. Û pirse- îht’îyacîya wê wê heve, yan na, dora vê pirsê pirs h’evekî ze’fin. Ez difikirim- em bi qewata xwe gere miqabilî vê nexweþîyê þer’k’arîyê bikin, em serwextvin, qedrê hevdö bigrin- ij goþê belqîtnebûnê û belqîtnekirinê, û emê alt’kin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button