SocietyTop

Ermenî jî hene: “Forbs”ê 40 steyrkê ij Ûr’isêtêye herejêhatî baþqekirine

Cêrga steyrkê Ûr’isêtêye hereserfinyazda dö ermenî hene. Cîyê cedvelêyî döada isa jî Olga Bûzova dîharbûye, ya kö k’arê xwe dike bive jina Davayê (Davît’ Manûkyanê) blogêr.

Kovara “Forbês”-êye e’yan navnîþa 40 steyrkê Ûr’isêtêye h’etanî 40 salîye jêhatî belakirîye. Wexta t’eþkîlkirina r’ûmetnîþê k’ara sale, bîranînê mecalê salixdayînê, t’or’ê sosîalîêda, pirskirinê ösûlê “Yandêk’s”-ê û “Gûgl”-êye  saxtîkirinêda, qedera  k’ir’yarê “Înstagram”-ê û “Yû t’ûb”-êda hatne h’esavhildanê.

Navnîþa kovarêda dö ermenî hatne daxilkirinê. Karên Xaçanovê t’ênîsîst cîyê 23-adaye. K’ara wîye salewextê kirîye 6 mîlîon dolar, mecalê salixdayîna t’omerî 14 h’ezar cara zêdetir navê w anîne bîr, yanî-derheqa wîda diha gelekî nivîsîne, ne kö navê Êgor Krîdê dengbêjê cîyê sisyada dîharbûyî. Karênê Abraham Xaçanov r’akêta Ûr’isêtêye pêþine, r’akêta dinîaêye h’eyþta, serîbinî  24 salîye.

Cîyê cedvelêyî 30-îda Mîxayîl Galûstyane, ê kö nav salekê 1,5 mln dolar qazinckirine, derheqa wîda weke sê h’ezar cara nivîsîne. Galûstyanê 40 salî dilqeçî, þoûmên, beyt’ar, lê van xilazîya destpêkirîye isa jî bistirê.

Pêþtirî Xaçanov û Galûstyan- cedvelêda isa jî Olga Bûzova dengbêj hatîye daxilkirinê, eleqetê k’îjanêye cidî t’ev Davayê (Davît’ Manûkyan) blogêr hene.  K’awê  angor kêm qazinckirîye 2,7 mîlîon dolar, lê r’ojne’mevana 43 h’ezar cara navê wê anîye bîr.

Em bidine k’ivþê- Garîk Martîrosyanê laqirdçî cedvelêda nehatîye daxilkirinê, çimkî idî 46 salîye. Par vê cedvelêda isa jî navê Êvgênya Mêdvêdêvayê (Babayan) hebû. R’aste, k’ara wêye salewextê mîlîonk dolara derbaztirbûye, lê ew cedvelêda daxilnekirine, çimkî navê Mêdvêdêvayê mecalê salixdayînê û t’or’ê sosîalîêda ewqasî ze’f ne anîne bîr, hejmara k’ir’yarê wêjî ewqasî ze’f nîne.

H’ebîb Nûrmagomêdovê meþqçî serk’arî navnîþa “Forbês”-êye e’yan kirîye. Olga Bûzova, Êgor Krîd, Alêk’sandr Ovêçkînê hokêyîst û K’sênya Sobçaka r’ojnemevan pey wîr’a tên.​​​​​​​​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button