SocietyTop

H’alê azaya ayîna dîne ÿzdîa û xaçp’arêza Îraqêda

H’esavdarîya komîtêa Amêrîkaêye ort’emiltîêye salewextêye bi azayê dîn û îmanê (ÛSKÎRF) hatîye belakirinê, k’îjanêda tê gotinê sala 2019-a þertê azaya bawerîyê Îraqêda govekê ferzda baþbû, lê t’omerî ya xirav ma, bi serdazêdekirina, wekî kêmjimarîya ÿzdîaye ayîna dîn li deþtê Nînêvîayê û Þengalê li ÿp’êce astenga qelibîne. Nav paþdahatina wane bêqezîya li bergeha we’dekin û ewlekirina hazirîya wane dayîme we’dedirêj. Got’arêda tê k’ivþkirinê, wekî pey  serfinyazîya koalîsîa ort’emiletîêye nav r’awestandina qezîya DE’ÎÞ-êye neh’îyê, xilazîya sala 2017-a gele neh’î,  wekî berê ê k’omê tirsk’arîyêbûn, xalî man yan bawerbike kes wandera nedima.

Got’arêda tê binxetkirinê, wekî ardimîya merivdostîêye berbiç’e’v, wekî hindava Weîlayet’ê Yekbûyî û donorê ort’emiletîêye dinda tê dayînê, ce’dandina bi dasekinandin û meh’kemîya van neh’îêda qewînkir, lêbelê bi deha h’ezara kesê bajar’vanîyê ij hejmara kêmjimarê olî û ÿt’nîkîyê mînanî berê t’esmîlîm qezîya cidî divin.

Ewî isa jî e’lamkir, wekî p’ir’anîya ÿzdîya û xaçp’arêzê îraqî hila hê  kesê cîr’aqetandîne, û pirsgiêkê wan h’etta pey paþdaveger’andinêr’a ê ÿp’êcebûn, wî çaxî çawa ÿzdî, “500 h’ezar ij k’îjana sala 2014-a h’evsa xwe beyantîyê DE’ÎÞ-ê kirin”, hila hê li qeda-belayê sala 1919-a qelbîn, û þok-zendegirtina wane ij beyantîyê DE’ÎÞ-ê h’îmlî bêgöhdarî man. Û wê yekêda dîhardive, wekî yazîya weke 3000 jin û zar’ê r’evandî ne’e’yane.

Got’arêda hatîye destnîþankirinê, wekî wexta pirsyarkirinê, ya hindava komîsarê T’eþkîleta miletê Yekbûîyî Herîblindî bi pirsê p’enabera meha siavtê hatîye derbazkirignê, her t’enê 3%-ê jêpirskirîyê ÿzdîyê kesê we’delî cîgöhastî k’arê xwe dikirin paþda vegr’ne li Þengalê. Lê kêm îzbatîyê wê yekê hene, wekî ew r’eqem paþê baþbû.

Encomana Amêrîkaêye ort’emiletîêye bi azaya dîn- ew komîtêya WAY-ye  dîwanîye serbeste t’ifaqdarîêye, hindava firqê cimhöryetîyê û dêmokratîyê hevr’aqayîlkirî. Ew angora qanûna ort’emiletîêye derheqa azaya îmanêda sala 1998-a hatîye e’frandinê, k’îjan dîna xwe dide heqê bona azaya ayîna dîn yan qanebûnê li welatê dereke.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button