
Zordestîya malêda û zordestîya nisbetî jina mînanî berê h’esavdivin diyarde k’îjan gele encamê seva civaka Îraqê û ÿzdîyê kêmjimar seranser e’k’sdikin. Delîvê zordestîyê malêda vî we’dê xilazîyêda, “we’dê koronavîrûsê” zêdebûne, çaxê e’mir wexta seh’eta qerewiltîyê hatîye t’er’ibandinê, k’îjanê gîhandîye fiþara p’isîxologîyê nav jin û mêra seranser, Nînêvîaêda 70 delîvê zordstîyê zêdetir hatne tênivîsarê, h’îmlîm nisbetî jin û zar’a.
Lêk’olînkirinê t’eþkîletada, k’îjan heq û azayê jinada dixevtin, hatîye îzbatkirinê, wekî her jineke Îraqêye pênca malda t’esmîlî zordestîya bedenî, ç’êr’a û sêk’sûalîyê dive. Lêk’olînkirina wezareta Îraqê, wekî sala 2012-a hatbû belakirinê, daye k’ivþê, wekî, lap zêde, 36%-ê jinê mêrikrî derheqa k’etina bin vê yan wê ziyana p’isîxologîêye hindava mêrada bûne. 23% t’esmîlî ç’êr’ û ÿ’yt’îya bûne, 6%- t’esmîlî zordestîya bedenî û 9% t’esmîlî zordestîya sêk’sûalîyê bûne.
Destûra Îraqê “t’emamîya cûr’ê zordestîyê û berbir’îbûna berk’e malêda” qedexedike, çimkî çawa de’wmeþandina miletîêye bi þer’k’arîya nisbetî jina Îraqêda (salê 2013-2017-a), isa jî “de’wmeþandina miletîêye bi qenckirina h’alê jina”, wekî sala 2014-a hatîye qebûlkirinê, de’wa qebûlkirina qanûndarîya derheqa zordestîya mqabilî jina dike.
Lêbelê, zordestî çadirgehê seva kesê cîgöhastî, li þeherê Mûsilê, li göndê neh’îya Nîmrodê, R’abîayê, Bart’layê, Baþîkayê, Hamdanîayê, Baacê û Zammarêda, zêdebûn, k’îdrê ev delîv hebûne. Hine delîva bêt’erbûna dereca zordestîyê hildaye nav xwe, nav wê hejmarê: “k’ötan, birçîbûna jina, bi þirîtê k’ötana jina, sêk’sa miqabilî xwestina wê, ber qewm û hevala bêqedirkirina wê, kör’kirina p’or’ê hine jina”. Gîhandina li köþtinê, çaxê hine jina qeza Nînêvîaêda dest zordestîyê û travma, k’îjana wana stendine, gîhandine xweköþtinê.
Xaçp’arêz, ÿzdî, kakaîyê jin û ê din jî h’evsa xwe zordestîyê nekirine, delîvê zordestîyê Têlk’îfê, Al-H’emedanîyê, Þengalê û Baþîkayêda bûne.
Komîtêa SÊDAW-ê e’lamkir, wekî “ nezerê e’detî, angorî k’îjana jin t’esmîlî mêra divin yan dilqê stêrêotîp dilîzin, praktîka sade dayîmdikin, ê zordestîyê yan mecbûrkirinêva girêdayî, isa jî zordestî û sûck’arî malêda”.
A lema Komîtê e’lamkir, wekî “lazime mecalê k’ardar qebûlkin seva hilanîna van nezera û praktîkayê, nav wê hejmarê xwendin û mecalê salixdayîna t’omerî, t’ev wê yekê, wekî k’omekê bidin e’deta bidine hilanînê, k’îjan p’êxemê berembertîya jina dixin.
Nav serk’arîya T’eþkîleta miletê yekbûyî isa jî t’emî têne dayînê, wekî qanûndarîya derheqa zordestîyê nisbetî jina pêþvantîya profîlaktîkîê paþda da û cêrge wesîle têr’a dîtin, ê isa çawa berne’ma r’onkayê û bilindkirina xebîrîyê bi mecalê salixdayîna t’omerî, lê isa jî propaganda qinyata û fikrê derheqa zordestîyê nisbetî jina û heqê mêriv berne’mê xwendinêda.