SocietyTop

”Hangava îzbatîya t’emsîlkin”: Zarbêja wezareta sag’lemîxweykirinê belakirê fêyk salixar’a

Zarbêja wezareta CE-êye sag’lexmîxweykirinê paþda veger’yaye ser wan bêbextîyê t’or’a sosîalîyê- xwedêgiravî 100 h’ezar drama soz didine qewmê ê mirî, wekî mirinê têbinivîsin çawa encama koronavîrûsê. Nîkog’osyanê t’emî daye delîla t’emsîlkin.

​Alîna Nîkog’osyana zarbêja wezîrê CE-êyî sag’lemîxweykirinêye çapgerîyê paþda veger’yaye ser t’êmakê, k’îjan van xilazîya t’imê bêbextî tê xevtandinê, angorî k’îjanê- Ermenîstanêda 100 h’ezar drama soz didine qewmê ê mirî, wekî  k’ag’ezekê qolkin, wekî merîyê wan dest koronavîrûsê mirîye.

​“Ê salixê heman beladikin, hûn dikarin þirovekirinê Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê, lê isa jî wezaretêye fêysbûk’îêda bivînin. Me cêr’ibandîye em pey van salixê serwextnebûnê her’in, lê ij ê  nivîsar kirine me t’ö dengvedanek nestendîye û me serekanî nedtîye. P’ir’anîya nivîsara h’îmlî ij fêyk’ belga têne kirinê- mesele sk’rînþot’êda. Ev salixê bêaqil angorîr’astîyê nînin. Isa jî ya serwextnebûnêye, k’a  me’nîya dewletê k’îjane- mirinê bêh’îm hevin û h’alnivîsarê “biwermînin”,- ewê nivîsîye. Nîkog’osyanê binxetkirîye, wekî pêvajoya ij dema tênivîsara mirina kes h’etanî li qewma t’esmîlkirina cinyaz hindava wezaretêda tê binqolkirinê.

​Bi gilîyê wê- hine k’om ij h’al k’arê dik’evin û mecalê destê xwe ÿernadin xevata wezareta sag’lemîxweykirinê beqemkin.

​“Lêbelê, h’erke hene meriv, ê kö hila hê diwek’ilînin, wekî ew diyarde nav me heye, em hîvîdikin bêe’glekirin îzbatîya t’emsîlkin”,- Nîkog’osyanê xitimkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button