Fîlma “Ez t’enê nînim”, k’îjan derheqa îgnlaba xwereîye Ermenîstanêda sala 2018-a qewimî r’ewa xweye deha stendîye- îcar kînomihrîcana “R’îvêrR’ûn”-êye ort’emileîtîyêda. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda belgê fîlmêyî “Fêysbûk’”-êyî r’esmîda k’ivþbûîye, isa jî e’lametîya jyûrîyê cembûîye. “R’ewa jyûrîêye sereke t’esmîlî “Ez t’enê nînim” dive, r’êjîsorê k’îjanê Karên Hovhannîsyane. Ev fîlma h’ijmek’armayînê qewata kînoderanîna delîlnivîsarêye herebaþ tîne bîr- bi vekirina ç’e’vê me ber wê t’arîxê, wekî em nizanin, ew bi artîstîzmê û hostatîyê t’emsîldive”,- e’lametîyêda hatîy gotinê.
Fîlm îza Nîkol P’aþînyanda diçe: ê r’ojne’mevan û girtîyê sîasîê dive çapikê sîasîêy, meþqa gavkirinê miqabilî Sêrj Sargsyanê serekwezîrê Ermenîstanê mîaserdike.
“H’emû tiþt ij wê yekê destpêdive, wekî meriv t’emamîya welêtda diger’e- ber ç’e’vê me bi kirina meþa gavkirinê herk’eta seranser. Dîtina fîlmê diha zêdeye, ne kö t’emaþekirina dereheqa herek’eta sîasîêye pasîv: Hovhannîsyan t’emaþevan t’am niqoyî nav serhatîyê dike- ij dîmenê bedewe ij alet’ê bêfir’indeçî fir’înê h’etanî kadrê t’êlê bajar’vanê cêrgevane desta”,- e’lametîyêda tê gotinê.
Bi fikira jyûrîyê- film ya ronkayî û r’öh’darkirinêye, jyûrîyê t’exmînkirîye- bi bijartina t’êma çetin, ew serhatîya berk’ r’êdaktorîkirîda bi t’emsîlkirina bi cûr’ê balk’êþ- alîyê serhatîya çetin û ferze p’ir’hejmar têne nîþankirinê. “Ez t’enê nînim”-e nîvê sala bijartinê anîna qewata cime’têye zore”,- e’lametîyêda hatîye gotinê.
Prêmîêra fîlmê 7-ê meha sala 2019-aye îlonê t’êatra Torontoêye Sk’ot’îibênk’-êda qewimîye. Sêrj T’ankyankê sazbendê r’ok’î e’yan, dengbêjê k’oma “Sîst’êm of i downê”-ê prodyûsêrê fîlmêyî sereke û e’frandarê saûndt’êrêk’êye.