SocietyTop

Havînê Ermenîstan jî dikare sînotrê xwe seva misafira veke

Îht’îmale, wekî havînê Ermenîstan jî sînorê xwe ber misafira veke. Nav qisa t’ev “Lragîr.am”-ê Mêxak Aprêsyanê sedrê fêdêrasîya tûrîzmêye ermenî fikira heman dîharkir. “H’erke Görcistan û gele welatê avropî e’lamdikin, wekî ij yekê meha tîrmehê seva seyremîþbûnê dikarin sînor vekein, pêþert hene, wekî bal me jî îht’îmale vekin. Hilbet, bi h’esavê sag’lemîya cime’tê meqametê xweyr’a fikira xwe wê bêjin. Hevalk’arê opêratorê meye misafirîêye ecnebî, ê kö misafira diþînne Ermenîstanê, idî pirsa me dikin”,- Aprêsyan got.

​Koronavîrûsêva girêdayî dest boranê Ermenîstanêda seyremîþbûn ziyan giran k’etîye. Bi gotna Mêxak Aprêsyan- bi vî h’esavî me sêmehîya döda indakirîye. “Sêmehîya pêþinda serdanê meye berç’e’v hebûne, bi hejmarê r’esmî- sêmehîya îsaline pêþinda weke 31 h’ezar serdanê me hebûne, gilî her t’enp derheqa serdanê höndör’çûyînêldaye. Lê serdanê derçûyînê gihîþtine 275 h’ezara. Kêmbûna serdanê höndör’çûyînê sêmehîya îsaline e’wilda himberî  e’ynî maweya par kirîye 14,6%”,- Aprêsyan da k’ivþê.

​Axirîya h’esavada warê tûrîzma Ermenîstanêyî höndör’çûyînê sêmehîya îsaine dödada 370 mln dolar indakirine. Sêmehîya pare e’wilda- mehê k’anûna paþin-h’ezîranê serdanê höndör’e misafirîyê gihîþtibûn 770 h’ezarî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button