SocietyTop

Ÿzdîyê dewirxilazkirê înstîtûta Çÿndûêye dersdarhazirkirinê qesta alîyê mot’ac dikin- bi hîvîkirina nav kivþkirinê alî wan bikin û dîplomê wan naskin

Pey e’lamkirina derheqa k’ivþkirinê li cîyê xevatê xilazîya par bi h’ezara dewrxilazkir hatne li qeza Nînêvîayê, nav wê hejmarê dewrxilazkirê înstîtûta Çÿndûêye dersdarhazirkirinê. Pey e’lamkirina derheqa qebûlkirinêda nav wan bi deha dewrxilazkirê înstîtûta jorgotî hebûn, ê kö înt’am serwêrtîya Mûhafazêya Nînêvîayêye xwendinêda dane, lê pey wê yekêr’a, çaxê wana dîplomê xwe ij Beg’da p’aytext setend, e’þiratî van dewrxilazkirar’a þandine, wekî dîplomê wan net’êne û bi me’nîyê nee’yan “hatne r’awestandinê”.

Xalid H’ecî, dersbêjê înstîtûta dersdaraye Þêxanêda, t’ev “Ÿzîdî24” qisekir û got: “R’astîyê, em nizanin, k’a em çi bikin. Pey wê yekêr’a, çaxê me t’emesûk t’emsîlkirin, û em nav qebûlbûyîdabûn, niþikêva wezareta xwendinê divêje, wekî ew înstîtût nehatîye naskirinê, û niha em þerpezebûne û em nizanin, k’a em xevatê çawa destpêkin.

Ewî isa jî got: “Em hîvî giþta dikin, nav wê hejmarê þöxölvanê ÿzdîye sîasîyê, wek’îlê ÿzdîaye þêwirxanêda, û giþta, k’î xwe seva t’evbûna nav vî þöxölî cavdar h’esavdike, alî dewrxilazkirê înstîtûtê bikin û dîplomê wan t’êkin.

“Em, xwendk’arê înstîtûta Þengalêda, înstîtûta me K’ördistana Îraqêva girêdayîye, cöda gotî t’ev serwêrtîya Dihokêye xwendinê, û ew înstîtût Beg’dayêda nehatîyenaskirinê, û pirsgirêka sereke vê yekêdaye. Em gazî t’emamîya alîa dikin bêe’glekirin t’evvin, yanê na emê bivne k’etîyê neheqîyê”,- Ferh’an Salih’ nav pêþdahatina xwe bi zimanê ÿzdîkî got. Nav qisa xweye t’ev jûr’nalîstê “Ÿzîdî24” Xalêd Xelîlê endamê þêwirxana Îraqê doktor got: “Em derheqa vê pirsgirêkêda zanin, û pey wê yekêr’a, çaxê hûn minva hatne girêdanê, ez soz didim alî we bikim, wekî ewê bi vê pirsê mijûlvin, û emê bivînin, k’a em çi dikarin bikin, çimkî ew Komîtêya xwendinêva girêdayîye, û ezê van r’oja dîna xwe bidme vê pirsê.

Pêþda, wek’îlê “Vîan Sebrî”-ê e’lamkir, wekî ew ser wê xevitîne, wekî e’rza 70 dewrxilazkirê înstîtûta Þengalê binihêr’in, wekî þe’detne’ma wane derheqa k’ivþkirina li wezareta T’ifaqdarîêye xwendinê erêkin. “Saya cefê t’emamîya t’evbûya pirsgirêk hatîye safîkirinê, û ösûlkirina bilind navbera herdö wezaretada hatîye naskirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button