
T’ö h’îmekî me t’ine em bifikirin, wekî koronavîrûs Ermenîtstanêda diha zû fitilîye, ne kö ew hatîy e’yankirinê. Derheqa vê yekêda belgê xweyî fêysbûk’îêda Arsên T’oroosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê nivîsîye.Ewî , cöda gotî, nivîsîye: “Van r’ojê xilazîyê ze’f tê xeverdaê, wekî nexweþîya koronavîrûsîyê welatê meda hila hê ij meha pare k’anûna pêþin fitildive. E’wil ez dixwezim bînme bîr, wekî me t’êstkirina koronavîrûsa t’eze ij 3-ê meha sivatêda destpêkirîye û me cava e’wile erênî 1-ê meha adarê stendîye. Bi h’esavhildana ferztîya pirsê îro min sipartibû îzger’îya 26 nimûnaye koronavîrûsîyê, k’îjanlaboratorîya meda têne xweykirinê, mîaserkin, k’îjan mehê sala 2019-aye k’anûna pêþin û sala 2020-îye k’anûna paþin ij bajar’vanê me hatbûne hildanê, belqîtka k’îjanaye bînk’iþandinêye giran hebûye. Cavê t’emamîya 26 t’êsta ê neyênîne. Dêmek t’ö h’îmekî me t’ine bifikirin, wekî belqîtk welatê meda diha zû fitilîye, ne kö ew hatîye e’yankirinê. H’îmê heman isa jî bi h’esavê belqîtkîyê t’inene”.







