SocietyTop

Ermenîstanêda meh’kemîya dêmokratîyê erêbûye: Serekwezîr

Meha sala 2018-aye gölanêda Ermenîstanêda meh’kemîya dêmokratîyê erêiûye. Derheqa vê yekêda 6-ê meha gölanê wexta e’ne’nekirina got’ara derheqa meþa mîaserkirina berne’ma h’ökömetêye sala 2019-adaye wexta r’ûniþtina Civata Miletîyê Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE got. Ermenîstan, bi gilîyê wî, dewleta dêmokratîêye meh’keme. “Hûn zanin, wekî welêtda salêdirêj meh’kemîya avtorîtar erêbûyîbû, û ser wê fonê meh’kemîya dêmokratîyê dikare çawa nemeh’kemî bê k’ivþê. Lê ez dixwezim bidme k’ivþê, wekî Ermenîstanêda hima meh’kemîya dêmokratîyê, h’ökömê cime’tê û dêmokratîya erêbûne, û qe tiþtek gefa wan naxöe»,- serk’arê h’ökömetê da k’ivþê. Ewî isa jî da k’ivþê wekî Ermenîstanêda t’ö qewateke sîasîê, sûck’arîê-mafîoz t’ine, k’îjan dikare meh’kemîya dêmokratîyê bit’er’bîne. ”Ez dixwezim bidime k’ivþê, wekî t’emamîya r’eqemnîþê sala 2019-aye ort’emiletîêye dêmokratîêda Ermenîstanê pêþdaçûyîna t’esîrkirinê tênivîsîye”,- Nîkol P’aþînyan xitimkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button