SocietyTop

Görcistanêda hejmara ÿzdîya ç’ûkdive

28-ê meha nîsanê Görcistanêda encamê serjimara binelîaye sala 2014-aye h’emt’omerî hatne belakirinê, k’îjan hindava xizmetk’arîya h’alnivîsarêye miljetîyêda hatîye derbazkirinê. Angorî salixa, welêtda 12.200 merivê miletê xweda ÿzdî dijîn, çi dike 0,3%-ê ij hejmara binelîyê Görcistanêye t’omerî. Ij wan 8600 meriv ÿzdîtîyê e’bûbetdikin, lê 3600 meriv, yanî weke 30%.ê xwe navdikin ÿzdî, h’esavdivin peyçûyînê dîn û îmanê din.

H’erke van hejmara himberî serjimara sala 2002-akin, dêmek mêlkirina kêmbûna ÿzdîyê binelî, lê isa jî h’elandina olî Görcistanêda tê t’exmînkirinê, Em bînne bîr, wekî angorî salixê serjimara sala 2002-a welêtda 17.116 merivê miletê xweda ÿbdî diman. Ij wan 13.591-ê ÿzdîtî e’bûbetdikir, 3513-a- xaçp’arêzî, 12 meriva- dîn û îmanê din, Yanî wê demê 21%ê ÿzdîyê binelî ij bawerîya pêþê xwe  dûrk’etibûn, lê sala 2014-a ev r’eqem idî gihîþtîye 30%-a.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button