SocietyTop

Ermenîstanêda îsal înt’amê mek’t’evê wê derbaznevin: Wezîr

Qîmetê t’emamîya dersaye xilazîya salê ser h’îmê nîvsalîya pêþine t’omerîkirinê û qîmetê nîvsalîya dödaye ÿlêktronîyê wê bêne t’omerîkirinê.

Arayîk Harût’yûnyanê wezîrê CE-î xwendinê, ö’lm, medenyetê û sportê ÿfîra “Fêysbûk’”-êye k’eseda e’lamkir, wekî îsal mek’t’evê Ermenîstanêda înt’amê derbazbûnê û xilazkirinê wê neyne derbazkirinê.

Ewî da k’ivþê, wekî qirar hatîye derxistinê mek’t’evada înt’amê k’omê 4-a û 9-aye derbazkirinê, lê isa jî înt’amê k’oma 12-aye xilazkirinê derbaznekin.

Qîmetê t’emamîya dersaye xilazîya salê ser h’îmê qîmetê nîvsalîya pêþine t’omerîkirionê û nîvsalîya döda- ê h’etanî 13-ê meha adarê heyî, wê t’omerîvin.

“Bi h’esavhildana, wekî hine þagirt ê dersxana 12-a înt’amê xilazkirinê xilazîya par t’esmîlkirine, mecalê didine wan bijbêrin- encama înt’amê xweykin yan qîmetê xilazîya salê bijbêrin- çawa qîmetê înt’amê atêstatêda”,- wezîr got.

T’omerîbûnê xilazve û atêstatê h’etanî 25-ê meha gölanê t’esmîlvin.

Arayîk Harût’yûnyan isa jî e’lamkir, wekî e’ynî qeyde isa jî k’olêca û xwendinxanada wê e’melke. Van îdarê xwendinêda dîplomê xilazîkirinê h’etanî 5-ê meha h’ezaîrnê wê bistînin.

Wezîr da k’ivþê, wekî qirar bi h’esavhildana bêqezîabûnê hatne qebûlkirinê, h’emû tiþt hatîye kirinê, wekî t’ö cûr’eyî p’êxemê gazîkirina e’skerîyê nexin.

Înt’amê mêdalê îsal qet wê neyne derbazkirinê, lê, bi gilîyê Harût’yûnyan, mecalê wê bidine de’wdara t’ev înt’amê saltireke din derbazkirinêvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button