SocietyTop

80 h’ezar t’êstê Ermenîstanê hene: wezîr e’lamkirîye- vê qonaxêda k’î têne t’êstkirinê

Seva zedeqirarkirina koronavîrûsê pêþer’ojêda t’êstkirin îdarexanê mexsûsda têr’adîtîne. Lo hila- idî wê  îht’îmalve hima ij malê nimûnhildanê bikin. Çapnîþê t’êstkirina zedeqirarkirina koronavîrûsê berfirebûne- niha isa jî xevatçîyê doxtirîyê, h’emla, ê kö qesta alîk’arîya ardimîya welidaninê kirine û zedenîþê wane angor hene, t’emamîya nexweþê bi hewahildana p’iþika t’êsîtdikin. Nav qisa t’ev Spûtnîk Armênîayê Arsên T’orosyanê wezîrê CE-î sag’lemîxweykirinê e’lamkir.

“Berê me her t’enê bajar’vanê ij neh’yê töriþkirinê hatî t’êstdikir, zedenîþê nexweþîya k’îjanaye bînk’iþandinêye giran hebûn, lê isa jî ê kö t’ev delîvê erêbûyî hevsûbibûn. Lê niha goveka ê têne t’êstkirinê berfirebûye û isa jî em wana t’êstdikin, ê kö karantînêdanin, lê isa jî wan delîvada, çaxê doxtir diþîne, ver’êdike”,- wezîr got.

Bi gilîyê wî- niha delîv divin, çaxê hejmara t’êstkirinê r’ojê þêmîka h’ezarî derbaztirdive. Lê laboratorîya heycar þöxölvanîyaî xwe seva xevata profîlaktîk r’adiwestînin. Yanê na, bi gotna T’orosyan, paþwextîîyê dikare pirsgirêkê wane wesfa t’êstava girêdayî heve. Wezîrê sag’lemîxweykirinê isa jî e’lamkir, wekî çapnîþê t’êstkirinêva girêdayî- îht’îmale pêþer’ojêda careke din berfirebûn bive. Mesele- têr’a divînin wan kesa t’êstkin, ê kö îdarexanê mexsûsda têne xweykirinê (sêwîxane, îdarexanê ceza-qedandinê, merk’ezê xweykirina kal û pîra), wekî îdarexanê dadayîda pêgirtin nevin.

Ermenîstan, heynese, bi h’esavê hejmara t’êstê bi h’esavê mîlîonek binelîya, cêrga dewletê vî cûr’yîda cêrga ê herebaþdaye.tWezîr divêje, wekî serê sêrîda gele t’êst nekirine, çimkî lazmaya wê yekê t’inebûye, yanî- meha sivatê herr’o 5-10 t’êst hatne kirinê. Lê paþwextîyê, angorî lazmayê, îzger’îyê t’êstkirinê zêdekirine.

“Döhiva bi hevk’arîya t’ev beledîya þeherê R’ewanê û  t’ev polîklînîkyê bin qolê wan e’melkirinê û hewara lez- nimûnhildana malêda destpêbûye. Yanî- h’erke polîklînîkaêda bal yekî hewahildana p’iþika bê zedeqirkirinê, dêmek wê her’ne mala bajar’van û nimûnhildanê wê bikin”,- T’orosyan got.

Wezareta sag’lemîxweykirinê sarince, nimûnê cêr’ibandinêye angor dane polîklînîka, careke din hazirkirina xevatçîyê doxtra mîaserkirîye, ösûla logîstîk e’firandîye- nimûnê cêr’ibandinê çawa wê bê hildanê, wê bê þandinê li k’ö, li k’ö wê bê t’êstkirinê û înformasîayê wê k’öda biþînin.

Wezîr da k’ivþê, wekî dinîaêda meþa t’esmîlkirina t’êstê  û zanebûna cava wê 48 seh’eta dik’þînee, lê Ermenîstanêda nav 10-24 seh’eta dicêr’bînin ewê bikin. Delîv divin, wekî encama t’êstê þikê pêþda tîne û mecbûrdivin nimûnhildana döcare bikin.

Fikir, wekî nav r’ojekê 50-100.000 t’êstkirina gere bikin, bi gotina wezîr, dûrî aqilaye, çimkî ew pêvajoke ÿp’êce çetine û bi têxnîkî îht’îmal nîne biqedînin. Niha weke 80 h’ezar t’êstê Ermenîstanêye k’îlerkirî hene, lê h’ökömetê qinyatê hazirkirina t’êsta k’ir’îye, k’îjanê zûtirekê bigihîje Ermenîstanê. T’orosyan dide bawerkirinê- pêþer’oja dîtinêda t’êstava girêdayî pirsgirêkê qet t’inevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button