PoliticsTop

P’aþînyan ê p’oþmanbûyî h’esavkirin- mêlkiriê berê, mêlkirê r’oavayê, qewatê proûr’isî, olîgarxê berê

Qewatê sîasîyê ij k’omê p’oþmanbûnêne, k’îjan min p’areveyî ser dö k’oma kirine. Derheqa vê yekêda ÿfîra “Fêysbûk’”-êye k’eseda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE da k’ivþê.

“Ê e’wil ew qewatê sîasîêne, k’îjana t’ev derge-dîwanê berê kirinê xweye t’evayîye t’ev 10 salê pêþber xetkiribûn. Gilîyê min derheqa qewatadaye, k’îjana xizmeta qewata sîasîêye h’ökömdar dikir. Hineka gere dilqê r’ikeberê avakirinêda xizmetkira, hineka dilqê r’ikeberê ne ewqasî avakirinêda. Dilqqedandina her yekê gere hebûya. Niha axirîya înglabêda seva vê sêgmêntê plan h’ilþyane. Saxî, planê avabûyî ne kö t’enê h’ilþyane, lê isa jî bêfikir bûne.

Lê isa jî p’areke qewatê sîasîêye seva min bi qedir heye, me’nîya k’îjanêye dîsa p’oþmanbûnê heye. Ew me’nî eve, wan qewata salê dirêj gotinek pêþdabirye, lêaxirîya înglabêda safîbûye, wekî nav r’astîyê ew gotin e’fûnebûye.

Niha qewatê sîasîêye gelekî bi qedir hene, k’îjana salê dirêj þöxölvanîya r’ikeber h’ecimkirine, k’îjana gotinek pêkanîye, t’ev k’îjana min demeke îk’sneqayîlîya xwe tênivîsîye û em r’ê-dirbê baþqe-baþqeda çûne. Niha înglab bûye, lê wan qewata digot, wekî ew, çi em divêjin, bêaqilîye, bêfkirie, proyêkte û tiþtê din. Lê delîl ewe, wekî înglab bûye.

Ew qewat, k’îjana ment’eqa bere’k’s pêþda dik’iþandin, bi e’sasî ij gotna sîasîyê me’rimbûne. Me’nîya wane  p’oþîmanbûnê heye”,- P’aþînyan e’lamkir.

K’oma dinê, wekî me’nîyê wêye p’oþmanbûnê hene, ew mêlr’oavane, k’îjana yan bawerkirye, yan gömana wan hebûye, wekî Ermenîstanêda qewatê mêlkirina r’oavayê înglab kirine. Nav we’de ew serwextbûne, wekî qewata mêlkirina r’oavayê Ermenîstanêlda nehatîye li dîwanê.

“K’oma p’oþmanbûyaye din mêlkirê ûr’isane, çimkî ew difikirîn, wekî Ûr’isêtê bi alet’ê xwe îzna mewcûdîyah’ökömeta me Ermenîstanêda nede, yan h’ökömeta CE wê bive ya marîonêtîyê û wê mecbûrve h’ökömetê t’ev mêlûr’isa nîvîke. Ew niha p’oþmanbûyîne, çimkîserwextdivin, wekî ij sênarê wane serwextbûyî qe yek e’melnake û wê e’melneke”,- ewî got.

Bi gotna P’aþînyan k’oma dinê, k’îjan p’oþmanbûye- olîgarxîa berêye. “Mesle, ew meriv, ê kö berî nnglabê bi avtor’êza diçûn-dihatin, bi encamê ij vê her’ikandinê, niha isa naçin-nayên. Ew jî sêrîda difikirîn- zûtirekê dîwanê bi pirsê baþqe-baþqe berbir’î ÿanve, lê dîwan berbir’înave”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button