PoliticsTop

Meh’kemêda da der: Vladîmîr Gasparyanê serk’arê polîsîaêyî berê gere 1,9 mln dolara edake

Gasparyan vê cemê gere bide xweyê qesira xweyî berê. Eva dö sale sûda wanbû. Vladîmîr Gasparyanê serk’arê  polîsîaêyî berê gere 900 mln drama (weke 1,8 mln dolara) gere bide Ag’asî Danîêlyan, “Hêtk’” e’lamdike. Qirara wa meh’kema R’ewanêje r’ayê t’omerî bi sedirtîya Art’ûr Mkrtçyanê h’akim derxist.

Ag’asî Danîêlyan- xweyê qesra Gasparyane vê gavêye. Qesir r’ex xasbaxçê R’ewanêyî “Hag’t’anak”-êye. Danîêlyan sala 2018-a de’w li meh’kemê kirîye, bi gönek’arkirina Gasparyan wê yekêda, wekî ewî seva malê p’erê wî nedane. Dema k’ir’înê qesir ser navêxasîya Gasparyan- Hêg’ûþ Galstyanê hatîye nivîsarê, k’îjanê þöxölê sûdê çetinkirîye.

Lêbelê, 10-ê meha sala 2020-îye nîsanê meh’kemê qirar derxist de’wa Ag’asî Danîêlyan r’azîke. T’ev van 900 mln drama (weke 1,87 dolara), Gasparyan isa jî 18 mln drama (weke 37 h’ezar dolara) gere bi wesfa xercê dîwanî edayî byûcêya dîwanîke.

H’etanî qedandina akta meh’kemê destê ser h’esav û hebûka Gasparyan bê danînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button