SocietyTop

Keç’ka ÿzdîye 17 salî ij hêsîrtîya DE’ÎÞ-ê hatîye azakirinê

Keç’ka ÿzdîye 17 salî, ya kö sala 2014-a ij Þengalê hatbû r’evandinê, ij kela DE’ÎÞ-êye li þimal-r’oava Sûrîayê hatîye azakirinê. Bi salixê mala ÿzdîyaye li neh’îya Çêzîrêye li þimala Sûrîayê, keç’ka ÿzdî ij hêsîrtîya DE’ÎÞ-êye cîhadîstîyê hatîye azakirinê. Lêyla Mûrada 17 salî ij mezîl-mala xweye li Îraqa Þimalê DE’ÎÞ-ê wexta ÿrîþkirina meha sala 2014-aye t’ebaxêye ser þengalê r’evandibûn. Cîyê wêyî jîyînêyî xilazîyê çadirgeha Xolêye hinda Hêsêkêbû. Ew wira t’esmîlî berbir’îbûna zalim bibû bi r’ewþa bendê hindava t’erefdarê DE’ÎÞ-êda, k’îjan hindava qewatê Sûrîaêye dêmokratîêda hatbûne zevtkirinê- wexta e’melê xilazîêyî miqabilî kela DE’ÎÞ-êye xilazîyê li Bagûzê li Dêyr-ÿz-Zorê li r’ohlata Sûrîayê meha adarê. Saya lêk’olînkirina t’eþkîleta mala ÿzdîaye hûrgilî cîyê wê îht’îmalbû safîkin. Vê gavê ev îdare alîk’arîya p’isîxologîyê û alîk’arîya doxtirîêye pêþin dide jina cahil. Pey wê yekêr’a ewê careke din malbata xweva cemve.

Mala ÿzdîya- ew îdarexaneye, k’îjan ij ger’a ÿzdîyê ij Þengalê r’evandî  mijûldive. Bi salixê þêwra serwêrê Hevaltîyê, weke 3000 jin û mêrê ÿzdî h’etanî niha h’esavdivin bêser û berat’e indabûyî. Vê gavê ij çadirgeha Xolê 55 jinê ÿzdî û 179 zar’ê ÿzdîya hatne azakirinê, lêbelê t’eþkîlet t’exmîndike, wekî çadirgehêda diha gele kesê dert’esmîlkirî hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button