Wek’îlê miletê kêmjimar, ê kö Ermenîstanêda dijîn, wexta t’emsîlkirina h’îmkirinê lazime li p’ara xevatê dikarin nav salê 4 r’ojê merexesêye edanekirinêye seva e’ydikirna r’ojê xwe hildin. Derheqa vê yekêda Civata Ermenîstanêye Miletîyêda r’ûniþtina Encomana þêwirxanêye miqîmîye bi heqê mêriv û pirsê civakêdawexta e’ne’nekirina t’ivdîra qanûnêye derheqa kirina göhastinê li Qanûnne’ma xevatêda 6-ê meha nîsanê R’ûstam Bek’oyanê e’frandarê t’ivdîra qanûnê, dêpûtatê ij qelfa «Gava min”-e serk’arîkirnê e’lamkir. Bi gilîyê wî, kes, ê kö wek’îlê vê yan wê kêmjimara miletîyêne, heqê want heye eleqetê höndör’e navbera kesa û navbera k’omada xweykin û pêþda bivin. Ê seva medenyet û e’detê xwe bi wesif. «Xevatçî borcdare e’rza nivîsar t’emsîlî xevatdardike bi h’îmkirina hîvîkirina xwe, pey k’îjanêr’a dikare gömana wîye merexesa edanekirinêheve”,- Bek’oyan þirovekir. Em bidine k’ivþê, wekî li t’opraxa Ermenîstanê 11 miletê kêmjimar hatne tênivîsîneû dijîn. Pey e’ne’nekirinêr’a endamê þêwirxanê encamanîna erênî dane t’ivdîra qanûnêye t’emsîlkirî.
Related Articles
Firansiz û ermenî dayîm hevva girêdayîne: nivîsara Makron sersalîya K’omköjîyêva girêdayî
25.04.2024, 12:02
K’atvê ÞB wê t’ev r’asthatina wek’îlê ösûlkirina pirsê Bêqezîabûnêye bilinde Sankt Pêtêrbûrgê neve
25.04.2024, 11:01
Baydên cangorîyê K’omköjîya ermnîya tîne bîr, qedrê meh’kemîya cime’ta ermenîya digre
25.04.2024, 10:00
Ьса жи сахтикьн
Close