SocietyTop

Derheqa koronavîrûsêda em hila hê çi nizanin?

Nenihêr’î ö’limdarê p’ir’hejmar îro bi lêk’olînkirina koronavîrûsa t’eze mijûldivin, cêrge pirs bêcav dimînin. Awa ij wan her  t’enê çend h’ev.

1.Çend meriv KOVÎD-19 k’etine

Dinîaêda hejmara delîvê belqîtka koronavîrûsîêye erêbûyî idî zûva mîlîonekî derbaztirbûye. Lê isa jî merivê p’ir’hejmar hene, bal k’îjana nexweþî bêy zedenîþana dimeþe û ê kö h’eta þikber nînin, wekî belqîtbûyîne. Çend merivê isa hene? Cava wê pirsêye t’ö kesî t’ine.Brêndan Mêrfîyê doxtirê Avstralîaêyî sereke, mesele, h’esavdike”, wekî vê gavê hejmara belqîtbûya 5-10 cara bi h’alê îro hejmara meva e’yan derbaztirdive.

2.Koronavîrûs çiqasî ya mirinêye?

Derheqa dereca mirina belqîtka koronavîrûsîêda salixê baþqe-baþqe hene. Vê demê e’yane, wekî weke selefekê meriva bi koronavîrûsê belqîtbûye. Lê h’erke hejmara nexweþê wê zedenîþe mezin heye,  k’îjan salixê derheqa nexweþîêye h’alnivîsarêda tênivîsî nînin, dêmek dertê, wekî r’astîê mirin diha gelekî ç’ûke. Angorî îzger’îya “Di lansêt înfêkt’îoûs dîsêasês”-êda belabûyî- dereca mirinêye dest belqîtbûnê,  axirsongî, weke 0,66%-e.

3.Çi dilqê zar’a pirsa belakirina koronavîrûsêda heye?

H’esavdive, wekî îht’îmalîya çetinayê dest koronavîrûsêye bal zar’a ze’f ç’ûke, lê dûrî aqila nîne, wekî zar’ dikarin t’ehwîlk’arê belqîtkêvin. Vî yan wî cûr’eyî, vê gavê îzbatî t’inene, wekî zar’ pirsa belakirina koronavîrûsêda dilqê  k’ivþ dilîzin,, isa jî îzbatî t’inene, wekî zar’ ij encamê dest nexweþîyê pêþdahatinê p’arastîne. Van xilazîya Fransîaêda, qîza 16 salî ij koronavîrûsê mirîye- nenihêr’î sag’lembû û nexweþîyê wêye k’ronîk t’inebûn.

4.Gelo koronavîrûsê havînê vek’iþe?

Cava vê pirsê jî hila hê t’ine. P’ersim û SÞVV diha gelekî mehê zivilstanê beladivin, lê e’yan nîne- gelo germbûnê bike ser belabûna koronavîrûsê. Hila hê lazime bidine k’ivþê, wekî welatê germda koronavîrûs îro dîsa belabûîye- nenihêr’î, îht’îmale, ew diha kêm belabûîye, ne kö welatê dinda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button