SocietyTop

Zar’a dömehî koronavîrûsê k’etîye, 10 meriv jî qencbûne: Arsên T’orosyan

Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê ÿfîra belgê xweyî fêysbûk’êye k’eseda h’alê Ermenîstanêdayî koroavîrûsêva girêdayî t’emsîlkirîye. “Îro jî 10 pasîêntêbi t’êsta neyênîye döbare wê bêne der nivîsarê,  û bi hejmara cemê em dikarin bêjin, wekî 28 qencbûyê me hene”,- wezîr gotîye, paþê göhdarîya mexsûs daye ser merivê e’mrda mezin û ê kö nexweþîyê wane k’ronîk hene. Wezîr isa jî daye k’ivþê, wekî bajar’vanekî meyî bedh’al heye, qezîya seva e’mrê ê mayîn t’ine. Bal p’ir’anîya pasîênta nexweþî asîmptom- bê nîþana pêþda diçe. Arsên T’orosyan isa jî e’lamkirîye, wekî döh wexta qisa çapgerîyê hila hê pêr’a negîhandibûn e’lamî wîkin, wekî Ermenîstanêda delîva belqîtbûna zar’a dö mehî heye. “Sîmptomê zar’ê t’inene, dö r’oja germa dê hebûye, vê gavê sîmptomê wê t’inene. Herdö jî bin qolê doxtiradanin. H’emû tiþt seva dasekinandina sag’lemîya wan tê kirinê. Hilbet, dîsa diwek’ilînim, lazmaya dasekinandina sag’lemîyê, çawa ya isa, t’ine. Ewê jî dema t’ambûna we’de bi t’êsta neyênî ij nexweþxanê wê bêne dernivîsarê»,- T’orosyan gotîye. Em bidine k’ivþê, wekî hejmara delîvê Ermenîstanêda erêbûyîye t’omerî 329-ye, ya qencbûya-18, ê bi îzbatî qencdivin- 311, t’êstê neyênî- 1625, isa jî merivk mirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button