SocietyTop

Anton Sûrêan yan Antonîoyê Ermenî

Salê 1575-1577-a Vênêtîkêda belqîtkeke sawk’êþîyê beladive, wekî bi h’ezara meriv qörbana wê divin. Ij vê belqîtkê isa jî p’elevanekî daxöliqandinê- Tîsîanê þiklk’êþî 96 salî dimire. Bona t’eribandina belqîtkê mecalê civak-dewletê berga tiþtekî nagrin. Zûtirekê belqîtk ewqasî berfiredive, wekî ber kevîya be’rêye San Markoyê nexweþxaneke ij gemîya tê çêkirinê, k’îjan bi seda merivê  bi xolorê nexweþk’etî t’ijebû. Bi dîtina çapê belqîtka xolorêye mezinbûnê- ermenîkî bi navê Anton Sûrêan, alîk’arîya xweye doxtirîyê r’aberî h’ökömeta îtalî dike. Wî çaxî qanûnê serr’astkirina þöxölvanîya doxtirîêye Cimhöryeta Vênêtîkêda ewqasî berk’bûn, wekî bi zalimtî h’ekîmê bêqanûnî cezadikirin. Lêh’ökömet, wekî haþpêhebû, wekî Sûrêan hila hê wexta þer’ê gemîaye sala 1571-ê bi dû-dermanê xwe gelek birîndar qenckiribûn û xilazkiribûn, pêþdanîna alîk’arîya wî qebûldike û ît’bara þöxölê xilazkirina binelîyê meh’ela Vênêtîkêye Dorsodûroyê wî tine.

Ij 21-ê meha sala 1575-aye tîrmehê Sûrêan t’am xwe p’êþk’êþî þer’k’arîya miqabilî belqîtkê dike. Ew bi dermanê xweyî çêkirîyî qewîn bi qenckirinê, e’mrê bi h’ezara meriva xilazdike

Anton Sûrêan yan çawa îtalîya digote wî- Antonîo Ermenî h’ököm sör’ê hazirkirina dermanê cûr’ê baþqe-baþqe kirîye. Divêjin,  ewî h’ekîmne’mek xwendibû, haþ k’îjanê doxtirê Vênêtîkê hebûn, k’îjan sedsalîya 16-ada h’esavdibû merk’eza þaristanîyê. Nêzîkî aqilaye, wekî ew k’itêvê Amîrdovlat’ Amasîasîye “Xwendina doxtirîyê” (sala 1459-a) yan “Angîtas anpêt”-vin(saleê1478-1482-a). Saxî, xevata Amîrdovlat’e “Bêserwextbûn bêkêr” 3754 nav derman werdigre û nav e’debyeta dermannasîyê dinîaêda ya pêþine.

Ber e’fatîya Anton Sûrêane kirî h’ökömeta Vênêtîkê ewî serîbinî hildide qölixa miqîmî k’arxana sîlih’ada- h’etanî mirinê bêheq xörek dide wî.

Ij kirina h’ökömetê Sûrêan ze’f dixeyde. 17-21-ê meha sala 1577-aye tîrmehê Vênêtîkêda belqîtka xolorê tê alt’kirinê. H’alê diha r’eh’et û bêt’ak’êþîda h’ökömet safîdike, wekî Sûrêan e’mrê ne kö t’enê bi h’ezara meriva xilazkirîye û ber wê ne kö t’enê  maþ hîvînekiribû, lo hila- ij cêva xwe merd-merda edakirîye. Bi qirara Sênata Cimhöryeta Vênêtîkê Sûrêan tê r’ewakirinê, lê 17-ê meha tîrmehê tê e’lamkirinê r’oja xilazbûnê, û  bona wê yekê dêra H’izret xilazk’ar tê avakirinê

22-ê meha sala 1591-êye t’ebaxê, 60 salîêda Antonîo Sûrêan Vênêtîkêda dimire. Ewî dêra San Martînda h’eddikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button