
Fonda Hêrît’acê got’ara “Îndêk’sa aza malhebûnîyê”-ye salewextê belakirîye, li k’ö, bi xwesipartina li r’eqemnîþê baþqe-baþqe, dereca azaya Ermenîstanê û welatê dinîaêye malhebûnîyê þirovedike. Derheqa vê yekêda “Dengê Amêrîkayê” dinivîse. Ermenîstan dinîaêda bi r’eqemnîþa malhebûna aza cîyê 34-a mijûldike. R’eþaya Avropaye dêda, Ermenîstan cîyê 18-adaye. R’eqemnþê welêt ij r’eqemnîþê avropî û dinîaêye ort’e bilindtirin.
Ermenîstan bink’oma welatê “h’îmlî aza”-da wergirtîye, li k’ö ij welatê peysovêtîêne isa jî Görcistan, cîyê 12-a, Lîtva- 16-a û Latvîya-32-ada. Wîlayet’ê Yekbûyî jî vê binp’arêdaye- angorî Hêrît’êcê, bi mijûlkirina cîyê 17-a, lê Sîngapûr welatê xweyê malheûna dinîaêye hereazaye.
Got’ara derheqa Ermenîstanêda hatîye k’ivþkirinê, wekî nav van 15 salê xilazîyê r’eqemnîþa azaya malhebûnîyê döp’a meh’kembûye- bi þewþandinê ç’ûk nav bink’omê “h’îmlî aza” û “bi çap aza”-da. Nav sala derbazbûyî welêt bi weke sê niqitka pêþdaçûyîn tênivîsîye, k’îjan, angorî got’arê, encama baþbûna r’eqemnîþê warê xerchildanêye t’exmînkirinêye.
Îro h’ökömet wergöhastinê xeleqî mîaserdike, t’erefê deranînê û r’öh’darkirina r’ik’inkirinê ecnebîda cefê divînin. Bona pêþdaçûyîna paþwextîyê, angorî got’arê, lazime ser baþbûna k’ardarîya warê meh’keme-hiqûqîyê û ser t’omerîbûna ösûla serwêrîkirina dîwanî merk’ezvin.
Lê ev r’eqemnîþ, pêþdaçûyînê par dîhardikin û h’alê encama belqîtka koronavîrûsêye Ermenîstanê û dinîaêda e’firî, qelsbûna malhebûnîêye dayîm û boran nadne ber h’esava. Îro gele welat, nav wê hejmarê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî û endam welatê Yektîya Avropayê, berne’mê kêmkirina ziyanê belqîtkêye malhebûnîyê e’ne’nedikin.
Ermenîstan jî ij h’esêv der nîne, li k’ö Nîkol P’aþînyanê serekwezîr t’ivdîra t’edbîra bêt’erefkirina encamê koronavîrûsêye malhebûnîêye e’wil t’emsîlkr.