SocietyTop

E’mrê me bi 360 dereca welger’yayîye”: Anna Hakobyan bûklêtê derheqa þerpezekirina koronavîrûsêda beladike

Anna Hakobyana bermalîya Nîkol P’aþînyanêserekêwezîrê CE ij ber avayê H’ökömetê bûklêtê derheqa þerpezekirina koronavîrûsêda belayî ser bajar’vana dike. Ewê nav qisa t’ev  r’ojne’mevana  got, wekî ewê r’ezedilî qirarkirîye alî wezareta sagxlemîxweykirinê bike.

“Hindava wezareta sag’lemîxweykirinêda e’lametî hate kirinê, wekî seva derk’etina ber wê belayê- ware baþqe-baþqeda, r’ezedilvan lazimin. Me hangava qest kir, çimkî, h’alê sirêderva girêdayî, sînorkirina hevsûbûnê t’ev welatê din- isa jî þöxölvanîya min çawa bermalîya serekwezîr r’awestîaye, t’emamîya berne’ma hatne paþdaÿxistinê, hevsûbûn hatne sînorkirinê. Minqirarkir ez r’ezedil bême nivîsarê û emekê xwe bir’êjim, wira kêrhatîvim, k’îderê lazmaya wî heye. Ij wezaretê e’lamkirin, wekî r’ezedilvanê bi hejmara mezin hene û cêr’ibandin min dûr xweykin, fikirîn, divek ne lazime, lê me ya xwe wek’iland, wekî ew ya nebûyînêye, û ez gere e’seyî bi tiþtekî kêr bêm”,- bermalîya serekwezîr got.

Ewê da k’ivþê, wekî pirsgirêka belakirina bûklêta heye û bi sifetê xwe belakirin berê e’wil ferze: “Bûklêt derheqa wê yekêdaye, k’a van þertada çi gere bikin, çawa xewlevin û tiþtê din. Ezê dil û can wana belayî ser merivakim, silametîyê bixwezim û t’emîyê bidim  gör’a wan t’emîya bikin, k’îjana meqametê angor didin”.

Seva gotna r’ojne’mevan- wekî pirsgirêka xweykirina dûrbûnê dikare pêþda bê, çimkî bajar’van wê bixwezin t’ev wê þikilê xwe bik’þînin, Anna Hakobyanê got: “Ez nafikirim, çimkî îro r’oja pêþine, wekî ez ij xwexewlebûnê derk’etme derva. Ez carekê t’ev serekwezîr çûme dik’anê û paþda hatme mal. Îro ez demekê k’ûçêda ger’yam, min dît, wekî t’emam ze’f fesalin, cêr’ibandinê hevdöberh’emêzkirinê nebûn. Bi xweykirina dûrbûnê- me silametî dixwest”.

Bona pirsê- van r’oja ew çi t’edbîrê bêqezîabûnê dike, bermalîya serekwezîr got: “T’emamîya wan mecala, derheqa çida em e’lamdikin… çawa e’yane, em çûbûne Sêvanê, ij wira h’emû tiþt sincirî, pey paþdahatina ij Sêvanê li R’ewanê ij malê em k’ese dernek’etine. Em mecalê zedederxistinê didne xevatê. Em r’oja xwe malda t’eþkîldikin, k’îjan ÿp’êce çetine”.

Bona pirsê- r’êdaktor þikyatdikin, wekî kamêndatûra mecalê salixdayînê û kesa mecbûrdike madeyê koronavîrûsêva girêdayî dûrxin û xwexa gelo ewê t’emaþenake çawa sînorkirina azaya gilî?, Hakobiyanê got: “Ezê þaþnevim, h’erke bêjim, e’mrê me bi 360 dereca  welgeryaye. Meþa e’mrê meye e’slî idî t’ine. T’emamîya wan pirsa qey tê bêjt ij e’mrê berêvin. Ew sînorkirin jî wê yekêva mêlbûyîne. Em niha t’opraxeke navîndanin û em diçne berva pêþer’ojê. Ez qezîayê navînim û min göman heye, wekî giþtê bi serwextbûnê nêzîkî wan pirsavin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button