SocietyTop

Ê kö r’êjîma xewlebûnê bit’er’ibînin, wê t’esmîlî cavdayînêvin: Civata Mletîyê qanûn qebûlkir

Pey xwendina e’wilr’a cavdarîya fermandarîyê seva kirina nivîsarê kesê þexsî û hiqûqîyê têr’adîtinê hatîyej derxistinê, yanî- seva fikirê malp’er’ê sosîalîêda dîharbûyî k’arêk’etî wê t’esmîlî cavdarîyê nevin. R’ûniþtina sirêderda Civata Miltîê îro bi yekdengî (117 t’erefdar) t’ivdîra qanûna derheqa cavdarîya ferîmandarîyê û sûck’arîêye seva t’er’ibandina de’wê xewlekirinê û xwexwewelebûnê wexta h’alê sirêder erêkir.

Bi göhastinê qanûnne’mê cezakirinê û fermandarîêda bûyî- h’erke kes de’wa xewlebûnê, yan xewlekirinê bit’er’bîne, wê t’esmîlî cavdarîya her t’enê fermandarîyê- bi cir’ma bi çapa 300-500 h’ezar dramave. H’erke wî we’deyîda kesekî din yan kesê din belqîtke, wê t’esmîlî cavdarîya cezakirinêve- angorî giranîya encama. Awa- h’erke bi bêfesalî nexweþk’etina merivaye t’omerî pêþda anî, wê t’esmîlî girtinêve- h’etanîî we’dê bi sê mehe, lê h’erke bi bêfesalî mirina mêriv pêþda anîye, wê t’esmîlî giritina h’etanî pênc salave.

Destpêbûna r’ûniþtinêla R’ûstam Badasyanê wezîrê e’daletê bi k’êlmê pêþda hat. Ewî e’lamkir, wekî pey xwendina e’wilr’a ij t’ivdîrê cavdarîya kesê bedenî û hiqûqîêye fermandarîêye seva nivîsarê cime’tî têr’adîtinê hatîye derxistinê. Yanî- seva fikirê malp’er’ê sosîalîêda dîharbûyî k’arêk’etî wê t’esmîlî cavdarîyê neve. “H’ökömet pirsa sînorkirina azaya gilî wexta h’alê sirêder t’emaþedike”,- Badasyan got. Lê çi dimîne seva xevatê mecalê salixdayîna t’omerîye bi t’ivdîra qanûnê sînorkirinê- wezîr da k’ivþê, wekî têrmîna mecalê salixdayîna t’omeerî bi têrmîna mîaserkirina þöxölvanîya salixdayînê  hatîye bedelkirinê- bi vî cûr’eyî bi diha berfirekirina goveka k’arêketîya, çimkî malp’er’ê ÿlêktronîyê mecalê salixdayîna t’omerî h’esavnavin. Çapa cirmê ya e’ynî maye- 300-500 h’ezar dram, lê delîva dûrnexistina salixdayînêda- ij 500 h’ezar drama h’etanî mîlîonek drama. Em bînne bîr, wekî Ermenîstanêda vê gavê 194 merivê bi koronavîrûsê belqîtbûyî hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button