SocietyTop

Qewatê sîlih’bûyîda qölixçîyê e’skerîêye koronavîrûsê k’etî t’inene: Wezarta xwexweykirinê înk’ardike

Qewatê sîlih’bûyîda qölixçîyê e’skerîêye koronavîrûsê k’etî t’inene. Çawa “Armênprês” e’lamdike, derheqa vê yekêda Þûþan Stêp’anyana k’ativa wezareta CE-ê​ye xwexweykirinêye   çapgerîyê belgê xweyî “Fêysbûk’”-da nivîsîye, bi înk’arkirina salixê çapgerîyêda belakirî. “Salixdayîna çapgerîyêda belabûyî, wekî xwedêgiravî qewatê sîlih’bûyîda qölixçîyê e’skerîêye koronavîrûsê k’etî hene, qelpe.  Qewatê sîlih’bûyîdla qölixçîyê e’skerîêye koronavîrûsê k’etî t’inene, lo hila- t’ö qölixçîkî e’skerîyê t’ev bajarv’anê belqîtbûyî yan karantînêda hevsûnebûye”,- Stêp’anyanê nivîsîye. Ewê t’emî da r’ojne’mevana wexta sernivîsarkirina qinyata îsafvin û bidine k’ivþê, k’a wezareta k’îjan welatîye xwexweykirinê me’lûmetîya heman beladike. “Vê delîvêda wezareta WAY-ye xwxweykirinê e’lamkiribû, wekî, bi h’esavê îro, t’emamîya dinîaêda 10 e’skeorê koronavîrûsê k’etîye bin qolê wanda qölixdikin, hene”,- Stêp’anaynê nivîsîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button