SocietyTop

Xevata t’er’ibandina koronavîrûsê fir’egeha “Zvart’nos”-êda bi r’êjîma 24 she’eta mîaserdive

Tîgarn  Avînyanê dewsgirtîyê serekwezîr bi hevr’êtîya Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê, Ÿdûard Martîrosyanê k’efîlê serwêrê Xizmetk’arîya bêqezîabûna miletîyê, Tat’êvîk R’êvazyana sedra komîta avîasîa bajar’vanîyê, Hakob Avagyanê serk’arê meqameta sag’lemîxweykirinê û  xevatêye t’e’lîmdarîyê û kesê dine qölixçî fir’egeha “Zvart’nos”-êda ger’yaye.  Hindava qölixçîya û xevatçîyê fir’egehêda t’edbîrê bi meremê t’er’ibandina belakirina koronavûîrûsê mîaserbûnê t’emsîlî dewsgirtîyê serekwezîr bûne, xeysetê k’îjana ê 24 seh’etaye. Paþdaveger’andina ser xevata t’ev r’êwîya, ê kö ij welatê töriþkirinê diqesidin, germçapkirinê û t’edbîrê doxtirîêye t’er’ibandinêye din, t’amkirina k’artê bi nav-nîþan bûye. Dewsgirtîyê serekwezîr t’eþkîlkirina xevata t’er’ibandinêye diha k’ardaor ferzkirîye û daye k’ivþê, wekî virhada t’emamîya siyara (bêy h’esavhildana wê yekê- ij welatê töriþkirinê hatine yan na) gere k’artê bi nav-nîþan t’ijekin, li k’ö isa jî salixdayîna derheqa welatada gere bê wergirtinê, wekî van 14 r’ojê xilazîyê bajar’vana qesitkirîye, t’amkin. Tîgran Avînyan wexta pêvajoya saxtîkirina siyara, ê kö bi isa jî avîafir’înekê diqesidîn, hazirbûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button