PoliticsTop

Fîlma “Ez t’enê nînim”, k’îjan derheqa înglaba qedîfeyîda gilîdike, kînot’atronê Amêrîkayêda wê bê nîþandayînê

Fîlma “Ez t’enê nînim”, k’îjan derheqa înglaba qedîfeyîda gilîdike, k’îjan sala 2018-a Ermenîstanêda bûye, kînot’atronê Wîlayet’ê Amêrîkayêye Yekbûyîda ij 10-ê meha nîsanêda wê bilindve ser ÿkrana. Çawa “Armênprês” e’lamdike, derheqa vê yekêda Sêrj T’ankyanê dengbêjê “Sîst’êm of e down”-e r’ok’ê belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda nivîsar kirîye, ê kö e’frandarê sazbendîya fîlmê û prodyûsêrê îcrakirinêye. T’ankyan isa jî nivîsîye, wekî kînor’êsûrsa “R’ot’t’ên t’omat’oês”-êda r’ûmetnîþa fîlmê 100%-e, lê “AyŸmDîbî”-êda- 9,3. Sêrj T’ankyan r’ex nivîsara xweye belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda kirîda isa jî t’rêylêra fîlmêye r’esmî belakirîye. 10-ê meha nîsanê fîlmê Los Ancêlêsêda bê t’eþhîrkirinê, 17-ê meha nîsanê- Nyû York’ê û Frêznoyêda, lê 24-ê meha nîsanê- Waþîngt’onê, Bost’onê û warê dinda. “ Prêmîêra fîlma “Ez t’enê nînim” 7-ê meha îlonê Torontoyêda bûye. Ew kînomihrîcana Torontoêye ort’emiletîyêda layîqî xelatê bûye. R’êjîsorê fîlmê Karîn Hovhannîsyane.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button