SocietyTop

Ermenîstanêda pirsgirêkê avakirina qesavxanaye h’îmlî: dewsgirtîyê serekwezîr h’al safîdike

Seva avakirina qesavxana dö pirsgirêk hene, k’îjan h’ewcê serr’astkirina t’amkirinêne. Derheqa vê yekêda Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyê serekêwezîr r’ûniþtina civata miletîyêda e’lamkir- bi dayîna cava pirsê dêpûtata. Pirsgirêka e’wil, bi gilîyê wî, lazime isa bikin, wekî xwelîya  malhebûna göndîtîyê bi wê me’nîyê seva meremê din neyê xevtandinê. “Û ya döda- pirsgirêka t’ivdîrê tîpaye. Ez difikrim, nav dö h’evtîya emê van pirsgirêka t’omerîkin û derheqa qesavxanada emê serr’astkirina qanûndarîêye xilazîyê bistînin”,- Grîgoryan got. Saxî, dewsgirtîyê serekwezîr da k’ivþê, wekî h’emû cîya nîne, wekî mecal heye qesavxanê avakin, k’îjan digihîne p’evçûna k’arê û de’wa göhdarîya mezin. Em bidine k’ivþê, wekî ij 15-ê mha sala 2020-îye k’anûna paþinda de’wa e’seyî her t’enê qesavxanada þerjêkirina h’eywên Ermenîstanêda k’etîye nav qewatê, hine niqitkê k’îjanê dilmayîna r’êncbera û qesava pêþda anîbûn. Wana cêrge e’melê  h’emcimhörytîyê û cî t’eþkîlkirine. Encamêda derge-dîwan qayîlbûne h’etanî 1-ê meha sala 2020-îye tîrmehê xetvndina wê de’wê paþda bêxin. Bi t’aybetî, fêrmêr ij wê delîlê gazindarin, wekî qesavxanê welêtda e’meldikin seva r’azîkirina r’ewacê bes nînin, birina h’eywêne li qesavxanê nayê r’azîkirinê û pirsê din. Wexta þikyata isa jî pêþdanîn sewtdive t’opraxê þexsîda þerêkirinê bi miqatbûna beyt’arîyê bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button