SocietyTop

Gelo Ermenîstan derdahatina koronavîrûsêr’a hzire? Wezareta sag’lmîxweykirinê r’êportaja mexsûs t’emsîldike

Bajar’vanê welatê me, ê kö welatê dinîaêye baþqe-baþqedanin, t’imê gere mecala wan heve veger’ne wet’en. Delîva Çînstanêda jî isa bûye. Ew heqê wanî destûrîye, Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda nivîsîye. “Bi qirara h’ökömetê derdahatina t’emamîya kesaye ij Îranêye li Ermenîstanê sînorkirîye, xêncî bajar’vanê me, lê isa jî avtoajyê barbira. Evê xilazîyê t’emamîya r’ê bin qolda û bin t’edbîrê þerpezekirinê diqedînin. Îro bi fir’îna mexsûs ij  T’êhranê 52 misafir cîgöhêzî R’ewanê bûne,  r’êberî k’îjana p’êþezanê wezareta sag’lemîxweykirinê kirîye, çawa wexta siyarbûna li fir’indê, isa jî meþêda û çawa pey danînêr’a germa wan hatîye pîvandine, bal wan gazin nehatîye dîharkirinê. Em bidine k’ivþê, wekî angorî qirara h’ökömetêye sînorkirina deribazbûna sînorê Îran-Ermenîstan, k’îjan k’etîye nav qewatê, t’emamîya barbire, k’îjan ij niqitka Mêg’rîêye derbazbûnê tên,  bi hevr’êtîya p’êþezanê wezareta sag’lemîxweykirinê û polîsîayê livyane. Nisbetî avtoajoyê bajar’vanê Îranê t’emamîya t’opraxa Ermenîstanêda miqatbûn tê têr’adîtinê, nav wê hejmarê k’îlerê Komîtêa k’ara dewletêda, h’etanî paþdaçûyîna wan, lê nisbetî avtoajoyê bajar’vanê Ermenîstanê miqatbûn angorî warê jîyînê tê têr’adîtinê. Îro welatê dinîaêye baþqe-baþqeda, bi t’aybetî- Çînsatnêda, belqîta koronavîrûsa t’ezeva girêdayî  h’alê belqîtîyê hila hê serte. Bi salixê T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîaêye 25-ê meha sivatê- t’emamîya dinîaêda 80239 delîv hatne tênivîsarê, ij k’îjana Çînstanêda- 77780,  2666- bi axirîya mirinê. Ij Çînstanê der 33 welatada 2459 delîv hatne tênivîsarê, 34- bi axirîya mirinê. Angorî got’ara encomana Çînstanêye sag’lemîxweykirinêye dîwanîye herr’o- bi h’alê 26-ê meha sivatê, seh’eta 18-a, hejmara delîvê bi belqîta koronavîrûsa t’eze erêbûyî gihîþtîye 78195-a.  Ij delîvê erêbûyî hejmara ê  qeccbûyî gihîþtîye 30073-a. 2718 mirin hatne tênivîsarê. E’ynî ç’e’vkanî isa jî salixa dide, wekî dinîaêda 81226 delîvê erêbûyî hatne tênivîsarê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button