PoliticsTop

Ÿzdî de’wa t’vdîra qanûnêye derheqa t’ezmînkirinaye þêwirxana Îraqêda dikin

E’frandar: Nîsan Ah’medo

Ç’e’vkanî-Dengê Amêrîkayê

Ÿlê ziyanêk’etî

Saîb Xidir, qanûndarê ÿzdî û endamê komîtêa hiqûqîyê, wekî ev qanûn r’êkpêkkirîye, gotîye Dengê Amêrîkayê, wekî ÿla ÿzdîya wê yekêr’a qayîle, wekî qanûn seva qörbanê dewleta îslamîêye din gere ya diha înklyûzîvve, xazma seva k’omê kêmjimare dine Îraqêda. Ewî got, wekî bi navkirina qanûnê bona hörmeta jinê ÿzdîaye qörban.

“Em dixwezin, lap kêm, qanûnê navkin- qanûna derheqa jinê ÿzdîaye zêndîmayîda, “bi wesfa girtina piþta jinê ÿzdîaye exlaqî, ê kö li zalimtîyê dewleta îslamîê qelibîn”,- Xidir gote Dengê Amêrîkayê.

Xidir got, wekî qanûn li jinê ÿzdîya t’emsîlkirina t’ezmînkirina fînansîêva hinartîye, ê kö zordestî dîtine, lê isa jî li safîkirina pirsê diha þexsîye din, ê mînanî  wan, k’a çi r’oj didane serê zar’a, ê kö bûne qörbanê dewleta îslamîê.

“H’etanî t’ivdîra qanûnê þêwirxana Îraqêda tê e’ne’nekirinê, emê sêmînara t’ev ÿzdîyê zêndîmayî û xîrretk’êþ derbazkin, wekî miqalê qanûnêye baþqe-baþqe diha baþkin”,- ewî got. H’erke t’ivdîra qanûnê bê begemkirinê, dêmek ÿzdî, ê kö qir’a dewleta îslamîê dîtine, alîk’arîya p’eretî, xizmetk’arîya doxtirîyê, mecala xevatê, xwendinê, r’êabîlîtasîayê û dasekinandina gönd û þeherê xweda wê bistînin.  Bi e’frandina dêpaprtamênta h’ökömetîye mexsûse bi þöxölê ÿzdîya ev t’ivdîra qanûnê nav t’arîxa Îraqê bive ya pêþin seva naskirina kêmjimarê çawa k’oma cöda.

Heqî

Pey mirina Abû Bek’ir al-Beg’dadîyê r’êberê dewleta îslamîêr’a meha sala 2019-aye  çirîa pêþin jina zêndîmayî- Nadya Mûrada ÿzdî û xelatbira r’ewa nobêlîyê li dinîayê kire gazî ÿk’strêmîstê dewleta îslamîê ber  cavdarîyê seva sûck’arîyê wane miqabilî ÿlê baþqe-baþqe, cöda gotî, miqabilî ÿzdîya û xaçp’arêza bidine seknandinê. Lê ÿzdîyê xîrtk’êþ divêjin, wekî Îraqêda t’ö pêþdaçûyînek nehatîye destanînê- ê mînanî dîwanê mexsûse seva k’iþandina dewleta îslamîê ber cavdarîyê.

“Qanûndarîya Îraqê ne seranser bi t’emamîya alet’ê hiqûqîê r’azîkirîye seva þer’k’arîyap miqabilî sûck’arîyê miqabilî mervayê, sûck’arîyê e’skerîyê û qir’ê”,- Xûsam E’bdûlla, serwêrê t’eþkîleta ÿzdîaye bi t’emesûkkirinêyî îcrakirinê gote Dengê Amêrîkayê.

T’eþkîleta E’bdûlla îzbatîyê sûck’arîyê dewleta îslamîê berevdike û t’ev derge-dîwanê Îraqêye qanûndarîyê, îcrakirinê û meh’kema dixevte, wekî mecalê bivîne bi cûr’ê layîq derk’evne miqabilî ÿrîþkirinê dewleta îslamîê miqabilî ÿzdîya û kêmjimarê din. Bona wê yexkê, wekî e’ybê qanûndarîya Îraqê alt’kin, ewî e’lamkir, wekî nêzîkbûna herebaþ h’esavdive e’frandina mêxanîzma ort’emiletîêye p’arastina r’ûmeta qöribana û malê wan.

“Em þe’detîyê zêndîmaya t’emesûkdikin, wekî em paþwextîyê heqîyê ewlekin û piþta xevata h’ökömeta Îraqê bigrin, bi p’arastina vê qanûnê ij cödabûnê navbera dötîretîyê sîasîêda”,- E’bdûlla got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button