SocietyTop

Ermenîstanêda 37 kes bi þika koronavîrûsa t’eze hospîtalbûne: serk’ara meqameta sag’lemîxweykirinê û xevatêye dîdevanîyê

Hakob Avagyanê serk’arê meqameta h’öcra “Hêr’ankar”-êda derheqa wê xevatêda xeverdaye, k’îjan seva t’er’ibandina derbazbûyna koronavîrûsa t’eze li Ermenîstanênê tê pêþdestîkirinê.

         “Em ne kö t’enê germa meriva, ê kö  diqesidin, saxtîdikin. Pêþtirî alet’ê germpîvandina dûreke saxtîkirina dereke derbazdive. Divek germ t’ineve, yan qestbende derman vexwerîve, wekî peyave, lê zedenîþ divin. Zedenîþê aþkela îht’îmale naskin”,- Avagyan gotîye.

            Qewlî serk’arê meqameta sag’lemîxweykirinê û xevatêye dîdevanîyê- t’edbîrê din jî têne kirinê: “Em t’ev Xizmetk’arîya bêqezîabûna miletîyê û wezareta k’arê der dik’evne nav hevk’arîyê, çaxê em zanin, wekî ij welatê bi qezîya r’êwîyê hatinê wê hevin, pêþda bi p’ara wan k’artê bi nav-nîþan têne dagirtinê. Ij 24-ê meha k’anûna paþinda me idî 1271 k’artê bi nav-nîþan stendine, ij k’îjana ij niqitkê sînore miqatbûnê hatne hospîtalkirinê: p’ayê p’ir’ê- ij fir’geha “Zvart’nos”-ê, cîyê dödada Bagrataþêne”,- serk’arê meqameta sag’lemîxweykirinê û xevatêye dîdevanîyê serda zêdekirîye. Çi dimîne seva niqitka Mêg’rîêye derbazbûnê, dêmek ij wira serîbinî her t’enê delîveke hospîtalkirinê hatîye tênivîsarê. Bajar’vanê CE-êye, t’öcarbûye, merk’eza doxtirîêda safîbûye, wekî bi koronavîrûsê belqîtbûyî nîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button