SocietyTop

E’melkirina Arzinda îraqîye 3 salî, e’yba dilê k’ê hebû, R’ewanêda baþ derbazbûye

Arzinda îraqîye 3 salî, ya  ö R’ewanêdaye, e’yba dilê k’ê hebû, 24-ê meha sivatê hatîye e’melkirinê. E’melkirin merk’eza beledîya R’ewanêye “Nork’ Maraþ”-da hatîye kirinê. Çawa ij merk’eza doxtirîyê e’lamî “Armênprês”-ê kirin, e’melkirin, k’îjanê 10 seh’eta k’iþandîye,  baþ derbazbûye. Vê gavê zar’ p’ara  dazêndîkirinêdaye, xwexa bîna xwe dik’þîne. Arznda 3 salîye mala ÿzdîyê Îraqêye mihacirada bûyî, e’yba dilê k’îjanê hebû, h’ewca e’melkirinêbû, k’îjanê îht’îmal nîne welatê wê- Îraqêda, bikin. Ew þeþmehî bûye, çaxê malê t’exmînkirîye, wekî pirsgirêkê zar’êye sag’lemîyê hene. Seva meh’kemkirina h’al ew carekê idî e’melkirine.   Saya t’eþkîleta Mîrza Dînaîyê definbirê r’ewa “Avrora”-ye sala 2019-a  û t’eþkîleta  wîye “Lyûft’brûyk’ê Îraq” (P’ira hewê Îraq) û bi alîk’arîya “Avrora”-ê Arzinda çendekî pêþda hatbû cîgöhastinê li R’ewanê- merk’eza “Nork’-Maraþ”-e doxtirîyê, wekî vira sirîya alîk’arîya doxtirîêye din derbazve. Vira h’etanî e’melkirinên zar’ saxtîkirina ösûlî derbazbûye. Isa jî R’ûstam Bak’oyanê dêpûtatê Civata CE-êye Miletîyê, Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê, Hraçya P’oladyanê sefîreyê CE-î Îraqêda, merk’eza “Nork’-Maraþ”-e doxtirîyê alî cîgöhastina li Ermenîstanê û stendina qencbûna lazim bii cûr’ê mezin alî ya ç’ûk û diya wê kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button