SportTop

Sîmon Martîrosyan giranîbilindkirê dinîayêyî dödayî herîbaþe: cîyê pêcin k’î mijûlkirîye?

Herpêncê herebaþ Om Yûn Çxolê wek’îlê Korêa Þimalê t’omerîdike: 410 maþoqê sportê bona k’ara wî deng dane. Sîmon Marotîrosyanê giranîbilindkirê ermenî giranîbilindkirê dinîaêyî dödayî herîbaþe. Fêdêrasîa giranîbilindkirinêye ort’emiletîyê encamê leca seva giranîbilindkirê dinîaêyî sala 2019-ayî herîbaþ derbazbûyî t’omerîkirîye. Çawa malp’er’a fêdêrasîaêye r’esmî dide pêh’esandinê, Laþa Talaxazêyê görcê k’aþê sergiran layîqî navê giranîbilindkirê sala 2019-ayî dinîaêyî herîbaþ bûye. Bona k’ara wî 17084 meriva r’ay daye. Sportsmênê me 5514 deng stendine. Horîzona sisyada Lyûy Syaosyûnê çînîye- bi 2169 denga. Horîzonîya çarada dîsa Þî Çjîyûnê ij Çînstanêye- bi 1053 denga. Û herpêncê herebaþ Om Yûn Çxolê Korêa Þimalê t’omerîdike: bona k’ara wî 410 maþoqê sportê r’ay dane. Çawa me idî e’lamkiribû, Sîmon Martîrosyanê giranîbilindkirê nav û deng mêla navê “Giranîbilindkirê salê” dike. Fêdêrasîa giranîbilindkirinêye ort’emiletîyê malp’er’a xweye r’esmîda dengdayîn derbazdikir, axirîya k’îjanêda gere qirarkirana, k’a ij 5 giraîbilindkira k’î ê herîbaþe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button