SocietyTop

Civaka dinîayê kire gazî diha gelekî cefê bivînin, wekî zar’a ij encamê þêr’ xilazkin

Hindava h’ökömetêda meh’kem  hate sipartinê seva p’arastina zar’a ij encamê þêr’ û zordestîya cidî, pey wê yekêr’a, çaxê got’ara t’ezeda hatîye destnîþankirinê, wekî zar’ê bi hejmara r’êkordî goveka konflîktêda dijîn. “Zar’a xilazkin” e’lamkirin, wekî þer’ seva zar’a diha bi qezîya divin, çimkî cahil li töriþkirina mirinê û seqetbûnê, berevnivîsarê li k’omê sîlih’bûyî yan zordestîya sêk’sûalîyê diha bilind diqelibin. “Eva zendegirtî dihêle, wekî dinîya li alîkî disekine, wî çaxî çaxê zar’ bêcezakirin divne hedef”,- Îngêr Aþînga serwêra fonda xêratk’arîêye îcrakirinê e’lametîyêda got, k’îjan got’arê hevr’êdike. “Ij sala 2005-ada lap kêm 95 h’ezar zar’ hatne köþtinê yan seqet-sûqetkirinê, bi deha h’ezara zar’ hatne r’evandinê, lê bi mîlîona zar’ ij xwendinê yan xizmetk’arîya doxtirîê pey ÿrîþbirina ser nexweþxanê wan me’rimbûne. Aþîngê e’þiratî daye, wekî “t’önkirina e’mrê zar’a” wê bidûme, h’erke tiþte neyê kirinê û ê gönek’ar t’esmîlî cavdarîyê nevin. Got’arêda tê gotinê, wekî bawerbike her zar’eke þeþa t’emamîya dinîaêda- weke 415 mîlîon zar’- sala 2018-a goveka konflîktêda jîne, k’îjan döcar zêdetir r’eqemnîþê bidlinddike, wekî sala 1995-a hatîye tênivîsarê. Hejmara delîvê “t’eribandinê cidî” “nisbetî wan ij sala 2010-ada bi 170%-a bilindbûye, lêk’olînkirinê daye k’ivþê” þer’ê miqabilî zar’a bidine sekinandinê”. Diha gelekî zar’ê Afrîkayê ziyanê k’etine, 170 mîlîonê ij k’îjana govekê e’melê sîlih’bûyîda dijîn, nenihêr’î p’ayê p’ir’ê R’ohlata Nêzîkda ziyanê k’etine, li k’ö bawerbike her zar’eke sisya bi konflîkta hatîye dorgirtinê. Got’arêda isa î r’eqema zar’aye r’êkordî tê k’ivþkirinê, ê kö t’esmîlî t’er’ibandinê cidî bûne: köþtina û  seqet-sûqetbûnê, wergirtina nav qewatê sîlih’bûyî, r’evandina, ÿrîþbirina ser mek’t’eva yan nexweþxana, înk’arkirina nav destgihîþtina merivdostîyê, þöhörandina û zordestîya cûr’ê sêk’sûalîêye din.

Çi dimîne seva welatê cöda, dêmek h’al  diha xirav Efg’anistanêdaye, pey k’îjanêr’a Cimhöryeta Afrîkaêye Merk’ezîyê, Cimhöryeta Kongoêye Dêmokratîyê, Îraq û Malî tên. Cara pêþin gefxwerinê baþqe-baþqe hatne þirovekirinê, wekî qîz û xort wan diqelibin. Qîz t’esmîlî zordestîya töriþkirina sêk’sûalîyê û cûr’ê dine gêndêrîêye diha bilind divin, nav wê hejmarê h’al-zewacê zar’otîyê, zû û mecbûrkirinê”,- lêk’olînkirinêda tê gotinê.

“Kör’ diha gelekî t’esmîlî köþtina û seqet-sûqetkirinê, r’evandinê û wergirtinê divin»,- ewê serda zêdekirîye. Qörbanê herdö qisma derheqa cêr’ibandina xweda got’arêda gilîkirine, nav wê hejmarê Samîrê,  keç’a ij Îraqêye 15 salî, ya kö diya dö zar’aye.

Ew t’ev dê û xûþkê xwe sala 2016-a hatîye r’evandinê, hêsîrtîyêda hatîye xweykirinê û  lap kêm ser sê meriva hatîye firotanê, ê kö ew dik’ötan û diþihörandin.

Paþê ew mecbûrbûye yekî ij DE’ÎÞ-ê bistîne û zar’ anîye, pey hatina li malê, wî çaxî çaxê zar’a wê bin xemxörîya derge-dîwanê Sûrîaêda maye. “Seva min diha baþbû ez bendetîyêda bimînim, t’emamîya e’mirê xwe çadirgehada bimama, lê min terka zar’a xwe neda”,- gilîyê wê anîne bîr. Gilîkirine, k’a xortê bi navê Pîtêr li Sûdana Ce’nûbê k’oma e’skerîyêda hatîye wergirtinê, h’etanî ewê bir’evya Ûgandayê. “Wana seva agirkirinê sîlih’qda min,- ewî got. -Wana hîndikir, çawa qirmê dagrim, çawa fiþekê cîwarkim û t’etikê bigövêþim, wekî qirme agirke.

“Dilê min þabû, çaxê ez li Ûgandayê qesidîm”,- ewî serda zêdekir. Min  mek’t’ev û nexweþxane dîtin. Ez h’eyecanbibûm û min got: “Eva ew cîye, li k’ö hûn dikarin, lap kêm, bixûnin û  dû-dermana bistînin, çaxê hûn nexweþin”. “Êzîdî24som” e’lamdike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button