Society

“Hênrî Layard” (bi hine körtkirin û göhastina)

Dost û xêrxwezê ÿzdîya A. H. Layard sala 1817-a li P’arîzê diya xwe bûye. Zar’otyêda demekê t’ev bavê xwe li Îtalîayê jîne. Sala 1833-a ew vediger’in li Îngilîzstanê, wir ew hiqûqê dixûne. Ewî dixwest bive p’arêzger, lê r’ê-dirbê e’mir ew birin berbi dinêke t’eze, ya h’ewask’ar. Sala 1839-a ew derdik’eve r’êwîtîya berbi R’ohlata Navîn. Paþê ew þeherê Stembolêda li baylozxana Îngilîzistanêda derbazî ser xevatê dive. Navbera salê 1852-1861-da ew dö cara dive þîretk’arê pirsê avakirinê. Sala 1869-ada ew dive baylozyê Îngilîzistanê li Þamê, Beg’dayê û Îranê.

Dö cara ew li ÿzdîya dive mêvan. Aminaya wan dest tîne, wana r’ind nasdike, dive dost û xêrxwezekî wanî h’elal. Dema meriv nivîsrê wîye derheqa ÿzdîyada dixûne, tê bêjî nivîsk’arekî ÿzdî ew nivîsîne. Ew xeyset, t’emizayî, mêvanh’izî, r’abûn-r’ûniþtin, h’elalîya ÿzdîya h’izdike, ÿzdî jî ewî h’izdikin, r’astîya cime’t û hine pirsê diyaneta xwe ber wî vedkin.

Ew dinivîse: “Ne min li nav wan xwe xerîv h’esavdikir, ne jî- wana ez xerîv didîtim”.

Ew e’vdê bi dilê mezin dinivîse, wekî ew ner’astî, neheqî, xiravîyê xelqê derheqa ÿzdîyada nîvîsîne, giþk derewin, ner’astî û bêbextîne.  Ÿzdî jî e’vdê xwedênasin, xweyê bawerîke p’ir’ kevnarin. “… Eger  cime’tê cînarê wan… belgeyê dîroka xwe ya kevnar xweykirine, bi wan belga alîyê dinîaêva têne naskirin, lê ÿzdîya r’ûyê cahiltîya xweda ew belge xweynekirine”. R’astî jî, eger dîroka bawerîya ÿzdîyaye kevnar bihata  xweykirinê, wê dinyayêd zû bihata naskirin çawa oleke dinîaêye herekevin û xwedênas.

Demeke p’ir’ bi aloz û çetinda Layard li ÿzdîya dive mêvan. Ÿrîþê p’ir’ bi çetin û xûnr’êj hatibûne li ser wê herêma Þêxanê û Þengalê. Fermana Mîr Meh’med (Mîrê Kor) ziyaneke p’ir’ giran gîhandibû ÿzdîya. E’lî begê Mîrê Ÿzdîxanê xeniqandibû, bi seda h’ezar e’vdê ÿzdî köþtibûn, gönd û warê wan wêran kiribûn, þewitandibûn. Layard dinivîse: “Ij çar ÿzdîya sisê hatibûne qet’ilkirinê”. Ew bi ç’e’vê xwe wan k’omköjîya divîne û bi k’eder derheqa wanda dinivîse.

Wê demê Mîrê Þêxa H’öseyn begê 18 salî bûye, Bavê Þêx jî (Extyarê Mergehê) Þêx Nasir bûye.

Layard derheqa þexsyata wan herdö meznê ÿzdîyada me’lûmetîyê p’ir’ bi serecem û balk’êþ bîranînê xweda hiþtine. Dinivîse, kö H’öseyn beg xortekî p’ir’ bedew û aqilbû, Þêx Nasir jî zilamekî devedevî çil salî, gelekî zanebû. Cime’tê ew serokê xwe didîtin û qedrê wan gelekî zanibûn.

H’ewask’are, çaxê dema ew li mala Mîr mêvan bûye, kör’ek H’öseyn begr’a dive. Eþq û þabûn dik’eve nav ÿzdîya. Qedrê wî digrin û çawa nîþana hörmetê, divêjnê, kö ew nav li lawik bike. Ew jî navê kalikê: E’lî begê mezin lawik dike. Dinivîse, wekî ewî navî k’êfa ÿzdîya gelekî anî.

Ewî t’eglîfî oda jina jî dikin. Virda jî tê xanê, kö nav cime’ta ÿzdîya jin mînanî cime’tê R’ohlatêye din bê îzin nînin, azane, nav cime’tê serbestin û dilqê hêja dilîzin.

Nivîsarê xweda ew t’im be’sa t’emizaya malê ÿzdîya dike, mêvanh’izî û h’elalîya wan dike. Divje: “Ez p’ir’ li R’ohlatê ger’yame, malê ÿzdîya ê here t’emizin”.

Xeverdana wî û Bavê þêxe derheqa bawerîya ÿzdîya, dilqê Tawisî Melek wê bawerîêda û pirsê  dinda h’ewask’arin… balk’êþe, kö Þêx Nasir gelekî aqil, bi serecem û zanebûnê k’ûr cava pirsê wî dide…

Cime’ta ÿzdîya jî hîvîyê mezin ewî qölixçîyê îngilîsî derecebilindva girêdabûn. Dema, kö cara döda ew dixwexze derek’eve sefera nav ÿzdîya, qewal Ûsiv diþînne pêþîyê. R’aste, me’lûmetîyê berfire derheqa nêta çûyîna qewale Stembolêda t’önene, lê ij xeverdana qewêl li göndê Hemikê û R’idwanê tê t’exmînkirin, kö bi alîk’arîya Layard ce’dandine  pirsgirêkê ÿzdîya bilindkin, bigihînne dergê sölt’an…

Bi xêra ewî e’vdê mezin derheqa ÿzdîya û qewmandinê wê demêda gele salixê ferz gihîþtine me. Eger bîranînê wî nînbûna, derheqa Mîrzikê Zazada jî me’lûmetîyê p’ir’ wê kêm bûna.

Her ÿzdîk, kö karive r’astîya t’arîxa cime’ta xwe, pêþîyê xwe û r’astîya xweye îroyîn serwextve, gere van nîvisarê ew nivîsk’arê mezin bixûne.

Pey A. H. Layardr’a peyhatîyê wê malbetê jî ÿzdî bîrnekirin. T’or’inekî wê malbetê- Cohannês Dûçt’îng, devedevî sed sala pey pêþê xweyî mezinr’a, dîsa r’iya kalkê xweda  çû nav ÿzdîya. Göndê ÿzdîyayî Hemdûnada ava vexwerinê t’önebû. Çawa bîranîna kalkê xwe, k’îsî xwe, lûla avê da k’iþandin û göndda kanî çêkir. Sala 19-a k’itêva wî, ya giranbiha, derheqa e’rf-e’det, t’arîx û ÿt’nografîya ÿzdîyada çapbû.

Em minetdarê wê malbeta xêrxwezin. Kirina wan xêrxwezê meye mezin t’ö cara gere neyê bîrkirin. Berî giþta ÿzdî gere emekê wan biþêkirînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button