SocietyTop

Miqala Eskerê Boyîke bi sernivîsara: “Hênrî Layard”(para 2-a)

Cime’ta ÿzdîya jî hîvîyê mezin ewî qölixçîyê îngilîsî derecebilindva girêdabûn. Dema, kö cara döda ew dixwexze derek’eve sefera nav ÿzdîya, qewal Ûsiv diþînne pêþîyê. R’aste, me’lûmetîyê berfire derheqa nêta çûyîna qewale Stembolêda t’önene, lê ij xeverdana qewêl li göndê Hemikê û R’idwanê tê t’exmînkirin, kö bi alîk’arîya Layard ce’dandine  pirsgirêkê ÿzdîya bilindkin, bigihînne dergê sölt’an…

Bi xêra ewî e’vdê mezin derheqa ÿzdîya û qewmandinê wê demêda gele salixê ferz gihîþtine me. Eger bîranînê wî nînbûna, derheqa Mîrzikê Zazada jî me’lûmetîyê p’ir’ wê kêm bûna.

Her ÿzdîk, kö karive r’astîya t’arîxa cime’ta xwe, pêþîyê xwe û r’astîya xweye îroyîn serwextve, gere van nîvisarê ew nivîsk’arê mezin bixûne.

Pey A. H. Layardr’a peyhatîyê wê malbetê jî ÿzdî bîrnekirin. T’or’inekî wê malbetê- Cohannês Dûçt’îng, devedevî sed sala pey pêþê xweyî mezinr’a, dîsa r’iya kalkê xweda  çû nav ÿzdîya. Göndê ÿzdîyayî Hemdûnada ava vexwerinê t’önebû. Çawa bîranîna kalkê xwe, k’îsî xwe, lûla avê da k’iþandin û göndda kanî çêkir. Sala 19-a k’itêva wî, ya giranbiha, derheqa e’rf-e’det, t’arîx û ÿt’nografîya ÿzdîyada çapbû.

Em minetdarê wê malbeta xêrxwezin. Kirina wan xêrxwezê meye mezin t’ö cara gere neyê bîrkirin. Berî giþta ÿzdî gere emekê wan biþêkirînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button