Înstîtûta Amêrîkaêye “Gêlap’ înt’êrnêyþinêl”-ê, k’îjan lêk’olînkirina fikira civakêva mijûldive, encamê lêpirskirina 46 welatadaye derheqa nisbetîya berva r’êberê dinîaêye sala 2019-ada belakirine. Çawa R’BK bi hinartina li salixê got’ara “Gêlap’”-êva e’lamdike, Donald T’ramp’ê sedrê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî, (îndêk’sa e’yanbûnê 89 niqitk), Vladîmîr Pûtînê sldrê Ûr’isêtê (84 niqitk), Angêla Mêrkêla kanslêra Almanîayê ( 77), Papê Hr’omê Fransîsk (76) û Ÿmmanûêl Makronê sedrê Fransîayê k’etne nav pênc r’êberê dinîayêye heree’yan. Angorî salixê pirsyarkirinê, Vladîmr Pûtîn sê welatada xêra heremezin ij xûnþîrinîya sê welata divîne, nav k’îjana isa jî Ermenîstan tê k’ivþkirinê. “Maþoqê serk’arê Ûr’isêtê giþta ze’ftir Qazaxistanê (85%), Sêrbîayê (85%) û Ermenstanêda (80%) hene, giþta xiravtir Ordonêda (90%), Fînlandîayê (85%) û Korêa Ce’nûbêda (81%) nisbetî wî divin. Li Wîlayet’ê Amêrîkayêye Yekbûyî û Almanîayê 70%-ê jêpirskirîya bi neyênî nisbetî Pûtîn divin, li Brîtanîa Mezin- 75%”,- kovar e’lamdike. T’omerî 36%-ê jêpirskirîya bi xûnþîrinî nisbetî sedrê Ûr’isêtê divin, li Donald T’ramp’- 31%, li Mêrkêlê- 46%, li Makron- 40%. Fransîskê papê Hr’omê bûye r’êberê dinîaêyî herî nav û deng. 53%-ê jêpirsyarkirîya bi erênî nisbetî wî divin.
Related Articles
Li welatên cuda yên cîhanê ji bo girtiyên ermenî yên li Azerbaycanê bi awayekî neqanûnî girtî serbest bên berdan çalakî hatin destpêkirin
09.10.2024, 18:34
Di civîna Civata Welatên Serbixwe de, serokwezîr diyar kir ku Ermenistanê ti carî bi beşdariya welatên sêyemîn di dabînkirina ewlehiya ragihandinê de razî nebûye
09.10.2024, 15:32
Ьса жи сахтикьн
Close